Aborî

Arê Rojhilata Navîn ji Mêrdînê diçe

Mêrdîn ji sedî 60ê hewcedariya arê Rojhilata Navîn peyda dike.

15.02.2017 - Rojanekırın : 16.02.2017
Arê Rojhilata Navîn ji Mêrdînê diçe

Mardin

MARDÎN

Mêrdîna ku di îxracata ar a Tirkiyeyêyê de par bû yekemîn, ji sedî 60ê hewcedariya Rojhilata Navîn peyda dike.

Herêma Pîşesaziya Organîze a Mêrdînê di îxracatê de rêza 18emîn de cih digre. Di sala 2016an de milyonek û 100 hezar ton ar îxrac kir û Tirkiyeyê bû yekemîn. Di îxracata ar a Rojhilata Navîn de jî Mêrdîn ji sedî 60 xwedî bazara ar e.

Cîgirserokê Herêma Pîşesaziya Organîze a Mêrdînê Abdulnasir Duyan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li herêmê qasî 40 fabrîkayên ard hene û di sala 2015 û 2016an de ew li Tirkiyeyê di îxracatê de bûne yekemîn û wiha axivî: "Ji sedî 95 îxracat ji Iraq û Sûriyeyê re tê kirin. Li Rojhilata Navîn em ji sedî 60 xwedî bazara ar in. Armanca me ne bi tenê Rojhilata Navîn e, em dixwazin di serî de Afrîka, em îxracatê ji welatên Ewropayê re jî bikin.

- Mêrdîn bajarê tekane ya ku rêjeya îxracatê zêde dike ye

Duyan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê herçiqas pirsgirêk hebin jî wek bajar Mêrdîn tekane bajare ku îxracatê her sal ji sedî 30 zêde dike.

- "Piştî ziyareta Yildirim ya Iraqê îxracata me zêde bû"

Xudanê fabrîqayê Salîm Îlhan got ku piştî ziyareta Serokwezîr Yildirim ya Iraqê îxracata wan zêde bûye. Îlhan got ku di fabrîqaya wan de 35 kes dixebitin û wiha axivî:

"Nêzî piştî meheke din em ê fabrîqayeke kapasîteya wê 750 ton e vekin. Em arê xwe piranî îxracî Iraqê dikin. Hedefa me ew e ku îsa sal emê di îxracata ar de bibin yekemîn. Niha me dest bi şandina Afrîqayê jî kir."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.