Brenta pêtrolê beriya daxuyaniya FEDê bi 51 dolarî tê firotin
Warêla brenta pêtrolê îro beriya daxuyaniya ku Janet Yellena Seroka Bankeya Navendî ya DYAyê (FED) bide bi 51 dolarî tê firotin.
Ankara
ANKARA
Warêla brenta pêtrolê îro beriya daxuyaniya ku Janet Yellena Seroka Bankeya Navendî ya DYAyê (FED) bide bi 51 dolarî tê firotin.
Warêla brenta pêtrolê do bi 50,81 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da gihîştibû 51,07 dolarî.
Îro şebeqê jî warêla brenta bêtrolê bi 50,81 dolarî dihat firotin û ji saet 10.25an pê va ji sedî 0,39 qîmet qexenc kir û gihîşte 51,01 dolarî. Di heman demê da li Teksana Rojavayê warêla pêtrola xam bi 48,05 dolarî hat firotin.
Îro di nav rojê da daneyên stoqa eşyeyên serhevdu tên firtotin ya sibatê, endeksa pêewlebûna xêrîdaran a Conference Boardê ya adarê, endeksa bihayê xaniyan a S&P Case-Shillerê, endeksa pîşeya îmalatê ya Richmond Fedê ya li DYAyê ew ê bên teqîbkirin.