Tirkiye, Aborî

GAP feydeyeke mezin dide vejena Tirkiyeyê

Di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da santralên hîdroelektrîkê (HES) yên hatin temamkirin nîvê vejena hîdroelektrîkê ya Tirkiyeyê pêk tînin.

24.03.2017 - Rojanekırın : 26.03.2017
GAP feydeyeke mezin dide vejena Tirkiyeyê

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

 Di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da santralên hîdroelektrîkê (HES) yên hatin temamkirin nîvê vejena hîdroelektrîkê ya Tirkiyeyê pêk tînin.

Wexta Îdareya Pêşketina Herêmê ya GAPê hat damezirandin hat plankirin 22 bendav, 19 HES û şebekeyên avdanê bên çêkirin. Di heyamên dawîn proje bi lez û bez tê meşandin û ji sedî 74ê projeyê temam bû.

Piraniya vejena hîdroelektrîkê ya Tirkiyeyê ji bendavên Ataturk, Karakaya, Keban, Bîracik, Batman, Dicle û Kralkiziyê tê.

Sadrettîn Karahocagîlê Serokê Îdareya Pêşketina Herêmê ya GAPê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir GAP projeya herî mezin û taybet a dinyayê ye û wiha got: "Proje bi çêkirina bendava Kebanê dest pê kir û peyra bendavên Karakaya, Ataturk, Bîracik, Karkamiş, Batman, Kralkizi û Dicleyê hatin çêkirin. Hin bendavên din jî çêkirina wan dewam dike."

Karahocagîl diyar kir ji sedî 74ê projeyê temam bû û got bi temamkirina bendava Ilisuyê wê proje bi piranî temam bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın