Dinya, Aborî

Hilberîna OPECê ya neftê di hezîranê da zêde bû

Hilberîna OPECê ya neftê di hezîranê da li gorî meha çûyî rojane 393 hezar warêl zêde bû û derket 32 milyon û 610 hezar warêlî

Önder Beyter  | 13.07.2017 - Rojanekırın : 14.07.2017
Hilberîna OPECê ya neftê di hezîranê da zêde bû OPEC-HAZIRAN

Ankara

ANKARA

Hilberîna Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) ya neftê di hezîranê da li gorî meha çûyî rojane 393 hezar warêl zêde bû û derket 32 milyon û 610 hezar warêlî.

Li gorî "Rapora Piyaseya Neftê" ya OPECê, di hezîranê da erza kurewî ya neftê li gorî meha çûyî rojane 660 hezar warêl zêde bû û derket 96 milyon û 590 hezar warêlî.

Herwiha di meha hezîranê da li welatên dervayî OPECê hilberîna neftê rojane 270 hezar warêl zêde bû, derket 63 milyon û 980 hezar warêlî.

"Di hilberînê da para OPECê ji sedî 33,8 e"

Hilberîna OPECê ya nefta xam jî di meha çûyî da li gorî meha beriya wê rojane 393 hezar warêl zêde bû, derket 32 milyon û 610 hezar warêlî. Bi zêdekirina hilberînê ra OPECê di meha hezîranê da di hilberîna kurewî ya neftê da para xwe kir ji sedî 33,8.

Meha çûyî di OPECê da hilberîna nefta xam herî zehf li Lîbya, Nîjerya, Angola, Iraq û Erebistana Siûdî zêde bû û herwiha herî zêde jî li Venezuelayê berjêr bû.

Li gorî texmîna OPECê, sala bê teleba kurewî ya neftê li gorî sala îsal wê milyonek û 260 hezar warêl zêde bibe, rojane derkeve 97 milyon û 600 hezar warêlî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın