Aborî

Ji Gazpromê bo "TurkAkim"ê hişyarî

Gazproma şirketa vejenê ya Rûsyayê diyar kir ku sepandinên Emerikayê yên li ser Rûsyayê ji bo projeya TurkAkimê jî rîsk e

Abdullah Tel  | 15.11.2017 - Rojanekırın : 15.11.2017
Ji Gazpromê bo "TurkAkim"ê hişyarî

Moskova

MOSKOVA

Gazproma şirketa vejenê ya Rûsyayê diyar kir ku sepandinên Emerikayê yên li ser Rûsyayê temamkirina projeya xetên TurkAkim û Kuzey Akim 2yê dixe nav rîskê.

Di rapora çaryeka 3yemîn a ji hêla Gazpromê hat weşandin da hat gotin ku sepandinên Emerikayê yên li ser Rûsyayê dibe ku tesîreke neyînî li ser şirketên sermayedarên biyanî bike.

Raporê da hat gotin ku projeya xetên TurkAkim û Kuzey Akim 2yê jî di nav da temamkirina hemû projeyên xetên boriyê di rîskê da ne û rapor bi van hevokan dewam kir: "Ji bo analîzkirina van rîskên tê qalkirin lazim e naveroka sepandinên Wezareta Xezîneyê ya DYAyê bên eşkerekirin."

Ji hêla Emerîkayê va di 2yê tebaxê da bi qanûneke nû Serokê DYAyê hat rayedarkirin û ew ê sepandinên li ser sazî û şirketên ûris ên xetên boriyê çêdikin, kontrol dikin û yên ji wan ra teknolojiyê peyda dikin, bikaribe bixe rewacê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın