Li Şirnexê Navenda Pêşxistina Koma Hingiv tê avakirin
Li Şirnexê di çarçoveya Piştgiriya Projeya Sala 2018an a DÎKAyê da ew ê "Navenda Pêşxistina Koma Hingiv" were avakirin.
Şırnak
ŞIRNAK
Li Şirnexê di çarçoveya Piştgiriya Projeya Sala 2018an a Ajansa Pêşketina Dîcleyê (DÎKA) da "Navenda Pêşxistina Koma Hingiv a Şirnexê" wê were avakirin.
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş di merasima îmzekirinê ya li walîtiyê da got ku ji bo bajêr proje zehf girîng e û bawer dike ku herêmê di demeke kin da bi hingiv were nasîn.
Aktaş diyar kir ku bihayê projeyê 5 milyon lireyî bigre û wiha pê da çû:
"Ev projeyeke mezin e û navenda wê jî ew ê li Şirnexê be. Di çarçoveya vê projeyê da li zanîngeha me jî ew ê navenda analîz û laboratuvarê were vekirin. Bi projeyê va pêtek werin çêkirin, makemozê werin belavkirin, projeyên bazarkirinê û danasînê werin amadekirin. Hingivê Şirnexê bi taybetî jî hingivê herêmên Beytşebab û Faraşînê li Tirkiyeyê tê zanîn û ji sedî 100 organîk e. Bi îzna Xwedê bi vê projeyê va li Şirnex û bajarên dorberê potansiyala mozvaniyê ew ê zêde be."
Piştî axaftina Aktaş di navbera Walîtiya Şirnexê, DÎKA, Zanîngeha Şirnexê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şirnexê, Odeya Esnaf û Hunermendan a Şirnexê, Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê û Yekîtiya Mozvanên Şirnexê da protokola projeyê hat îmzekirin.