Aborî

Xetên nû yên metroyê li Stenbolê zêde dibin û jiyan rehettir dibe

Xetên metroyê yên Rûmelî Hîsar-Aşiyan û Veznecîler-Sûltangazî ku Şaredarê Stenbolê Kadîr Topbaş berî hilbijartinan soz dabû çêdibin.

16.02.2017 - Rojanekırın : 18.02.2017
Xetên nû yên metroyê li Stenbolê zêde dibin û jiyan rehettir dibe

Istanbul

İSTANBUL

Xetên metroyê yên Rûmelî Hîsar-Aşiyan Funîke û Veznecîler-Sûltangazî metro ku Şaredarê Stenbolê Kadîr Topbaş berî hilbijartinan soz dabû dikevin realîteyê.

Xeta Rûmelî Hîsar-Aşiyan tê çaverêkirin ku sala 2019an bikeve fealiyetê wê seetekê de ji herdu aliyan 6 hezar rêwiyan bibe-bîne

Xeta funîke dê 800 metro be û seetekê de 6 hezar rêwiyan bibe-bîne, herwiha dê entegreyî xeta Levent-Hîsarê bibe. Dema proje temam bû dê Stenbolî di 2 deqîqeyan de bigihên sahila Aşiyanê.

- Fatîh, Eyub, Gaziosmanpaşa û Sûltangazî dê ji binê erdê bigihên hev

Xeta Veznecîler-Sûltangazî jî dê 12,3 kîlometre be, ji 15 rawestgehan pêkwere û dê 19 deqîqeyan bikêşe. Dema proje temam bû dê Fatîh, Eyub, Gazîosmanpaşa û Sûltangazî bi hev ve bêne girêdan.

Rawestgeh wiha ne, Vezneciler - Saraçhane - Fatih Camii - Edirnekapı - Ayvansaray - Eyup Sultan - Rami Kışlası - Gaziosmanpaşa - Şemsipaşa - Küçükköy - Yenimahalle - Esentepe - Sultangazi - Cebeci - Mescid-i Selam.

Herwiha dê bi Marmarayê ve jî bê girêdan.

Bi temambûna xeta Kabataş-Mecîdîyekoy-Mahmûtbey jî dê hemû xetên metroyê bi hev be bêne girêdan û trafîka Stenbol rehettir bibe.

Bi wî awayî kesek dema bixwaze ji cihekî biçe cihekî dê zûtir û rehettir biçe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.