Dinya, Aborî

Îxracata bacanan ji Tirkiyê bo Rûsyayê dest pê kir

Îxracata bacana sor ku demeke dirêj di têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de bû mijara sereke piştî rakirina astengiyancareke din dest pê kir.

Muhammet Kurşun  | 10.11.2017 - Rojanekırın : 11.11.2017
Îxracata bacanan ji Tirkiyê bo Rûsyayê dest pê kir

Izmir

ÎZMÎR

Îxracata bacana sor ku demeke dirêj di têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de bû mijara sereke piştî rakirina astengiyancareke din dest pê kir.

Bacanên ku ji serayên Agrobaya Bergamaya navçeya Îzmîrê hatin komkirin, li barhilgiran hatin barkirin û bo St. Petersburgê hatin şandin.

Bacanên ku bo zincîreya markêtên Rûsyayê hatin şandin dê li 750 markêtên welat werin belavkirin.

Rêveberê Seraya Agrobayê Arzu Şenturkê bo peyamnêrê AAyê got berî krîza balafirê 10 hezar ton bacan dişandin Rûsyayê lê niha peymana ji bo 5 tonî çêkirine.

Şenturkê got piştî krîza xistina balafirê zêdetir berê xwe dane bazara hundir û berê ji 14 hezar tonên ku berhem dianîn 10 ton dişandin Rûsyayê.

Şenturkê diyar kir ku eger Rûsya bixwaze jî ew nikarin rêjeya hinardinê zêdetir bikin, lewra wan li Ewropayê jî ji xwe re muşterî dîtine û hewl didin li Rojhilata Navîn jî bazarekê bo xwe peyda bikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın