Bi hezaran tûrîst çûn seredana Muzeya Bajêr a Ehmedê Xanî
5 hezar tûrîstî Mala Kevnar a Bazîdê û muzeya ku meha borî li Bazîda navçeya Agiriyê vebû û dîroka Rojhilatê ya 3 hezar salan tê vegotin, ziyaret kir.
Ağrı
AGRI
5 hezar kes çûn seredana Mala Kevnar a Bazîdê û muzeya ku meha borî li Bazîda navçeya Agiriyê vebû û dîroka herêmê ya 3 hezar salan û jiyana alimê îslamê Ehmedê Xanî tê vegotin.
Ji roja vebûnê heya niha gelek tûrîstî Muzeya Bajêr a Ehmedê Xanî û Mala Kevnar a Bazîdê ku serê meha tebaxa îsal li navçeya Bazîdê bi beşdariya Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş û Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayanê va vebû, ziyaret kir.
Herdu berhemên ku bi destê Qaymeqamtiya Bazîdê û bi alîkariya Ajansa Pêşketina Serhedê û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê li bajêr li noqteyeke serdest hatin çêkirin, jiyan û berhemên alim, feylesof, edîb û mutesewifê îslamê Ehmedê Xanî ji bo tûrîstan vediguhezîne.
Qaymeqamê Bazîdê Ulaş Akhan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir, piştî ku vebûn qedera 5 hezar kesî seredana Muzeya Bajêr a Ehmedê Xanî û Mala Kevnar a Bazîdê kir.