Li Tunceliyê "Muzeya Bajêr ya Dêrsimê" tê vekirin
Li Tunceliyê qişleya dîrokî ya tê restorekirin wê wek "Muzeya Bajêr ya Dêrsimê" bê vekirin.
Tunceli
TUNCELÎ
Li Tirkiyeyê Tuncelî yek ji wan bajaran e ku lê muze tuneye.
Li Tunceliyê qişleya dîrokî ya tê restorekirin wê wek "Muzeya Bajêr ya Dêrsimê" bê vekirin.
Walîtiya Tunceliyê ji bona muze bê vekirin li avahiya qişleya leşkerî ya di sala 1937an da hatiye avakirin xebatên restorasyonê dan destpêkirin.
Bi telîmata Serokwezîriyê ji bona muzeyê 15 milyon lîre hat veqetandin û 2 sal berê jî li qişleya leşkerî xebatên restorasyon û zeximkirinê dest pê kirin.
Piştî ku xebatên li nav û derdora qişleyê biqedin wê wek "Muzeya Bajêr ya Dêrsimê" bê vekirin.
Îsmet Hakan Ulaşogluyê Midûrê Çand û Tûrîzmê ya Tunceliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir qişleya dixwazin bikin muze sala 1937an temam bûye û heta sala 1949an ji bona armancên leşkerî hatiye emilandin û wiha got: "Avahî di sala 2005an da hatiye tescîlkirin û parastin. Avahî ji sala 1949an heta 2015an jî wek lojmana memûran hatiye emilandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.