Çand û huner

Porê xwe bi çêkirina sandoqên dar va sipî kir

Mehmet Karagozê ku li Pasîna navçeya Erziromê dijî, ji zarokatiya xwe va dest pê kiriye û 64 sal in sandoqên dar çêdike. Karagoz her çend kal bûbe û nexweşî lê peyda bûbin jî, dîsa bi eşq û şewq karê xwe dike.

28.03.2017 - Rojanekırın : 29.03.2017
Porê xwe bi çêkirina sandoqên dar va sipî kir

Erzurum

ERZURUM

Mehmet Karagozê ku li Pasîna navçeya Erziromê dijî, ji zarokatiya xwe va dest pê kiriye û 64 sal in sandoqên dar çêdike. Karagoz her çend kal bûbe û nexweşî lê peyda bûbin jî, dîsa bi eşq û şewq karê xwe dike.

Mehmet Karagoz (77) li navçeya Tortumê hatiye dinyayê û di 9 saliya wî da bavê wî miriye. Karagoz wê demê nikare îdara mala xwe bike û koçî navçeya Pasînê dike.

Karagoz bi piştgiriya kekê xwe yê mezin ku malxwetiyê dike va dibistan seretayî xelas kir û di 13 saliya xwe da li dikana verotina daran a cînarekî xwe dest bi kar kir.

Karagoz piştî 4 salan hînî sinet bû û dîsa bi piştgiriya kekê xwe li navçeyê dikanek kirê kir û dest bi vî karî kir.

Sandokên dar ên neqişandî berê pir dihat kirîn û keçan cihêzên xwe dixistnê û bû bûkan ra datînin. Karagoz jî dest bi çêkirina sandoqên dar kir û 64 sal in hê çêdike.

Karagoz emrê xwe daye vî karî, lê êdî wek berê ji ber ku zêde nayê kirîn, kar zêde tuneye. Lê Karagoz dîsa jî bi wî kalbûna xwe û nexweşiya xwe va serê sibê heta êvarê xwe dide ber dikana xwe û dixebite ku pîşeyê wî ranebe.

- "Salên berê alav û amûrên darîn bêtir dihatin emilandin"

Mehmet Karagoz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku berê ne bi tenê sandoq herwiha alavên cotkariyê jî ji daran dihatin çêkirin û wiha xeberda, "Salên berê alav û amûrên darîn bêtir dihatin emilandin. Berê her kesî sandoqên dara gûzê dixwast. Lê niha kar êdî li ser milê fabrîqeyan e. Ji gelek cureyan alav û amûran çêdikin. Îro roj mirov dikare bêje ku êdî ji dara gûzê çêkirina sandoqan nemaye."

Karagoz bal kişand ku li deverê ew tekane nûnerê pîşeyê xwe ye û wiha pê da çû: "Min li Erziromê texteyê dara gûzê dikirî û pê sandoq û berkêşk çêdikir. Qederek şûnda karê min mezin bû û min xwe bi muşteriyan ra nedigîhand. Wî çaxî min xwest ku ezê vî karî fêrî yên din jî kim û min 3 berdestî wergirtin. Berkarên ku min ew gihandin teyax nekirin û derbasî karên din bûn û ji ber hindê di vî pîşeyî da ez bi tenê mam."

Karagoz bal kişand ku ew ji xebat û karê xwe hez dike û herwiha wî bi pîşeyê xwe 5 zarokên xwe mezin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.