Çand û huner

"Şilika" şîrînahiya Şanliurfayê hat tescîlkirin

Şîrînahiya bi navê "şilik" wek aîdî herêma Şanliurfayê hat tescîlkirin.

Fatih Gazioğlu  | 17.11.2017 - Rojanekırın : 18.11.2017
"Şilika" şîrînahiya Şanliurfayê hat tescîlkirin

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Şîrînahiya bi navê "şilik" wek aîdî herêma Şanliurfayê hat tescîlkirin.

Odeya Sanayî û Organîzeya Şanliurfayê (ŞUTSO) ji bo belgeya tescîlê serî li Saziya Merqe û Patenta Tirk xistibû. Ev serlêdan ji aliyê saziya patentê va hat qebûlkirin.

Serokê Lijneya Qeyumên ŞUTSOyê Îsmaîl Demîrkol daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bajarê Şanliurfayê ji bo xwarin û vexwarinê bajarekî qedîm e.

Demîrkol diyar kir ku wan 7ê tîrmehê de ji bo patenta tescîla 'şilikê' serî lê saziyê xistibûn û wiha dewam kir:

"Serlêdana me hat qebûlkirin. Înşellah em ê 20ê çiriya paşîn biçin û belgeya xwe wergirin. Bila ji bo Şanliurfayê li ser xêrê be. Xebatên me yên bona tescîlkirina berhemên herêma me wê dewam bikin."

Serokê Odeya Kiftefiroş, Loqentevan û Şîrînahîfiroşan Mehmet Kaçak got ku şilik şîrînahiya Şanliurfayê ya herî giring e.

Kaçak wiha axivî:

"Şilik şîrînahiyeke sivik e. Ji ber vê yekê hemû kes û alî tercîh dikin. Kesên ku ji şîrînahiyê hez dikin dikarin kîloyek şilikê rehet bixwin. Şilik berê bi giştî li malan dihat çêkirin û ev demeke li dikanan jî tê çêkirin û difiroşin. Ji bo nasandina vê şîrînahiyê tişta ku ji destê me tê em ê bikin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın