Dinya

Afrîkaya pêşdikeve - Li Mozambîkê ji 10 kesî yek êtîm e

Li Mozambîka ku başurê rojhilatê Afrîkayê dikeve û ji ber şer û pevçûnên bi qasî 15 salan dewam kir, bobelatên qewimîn û belavbûna nexweşiya AIDSê nêzî 2 milyon êtîm hene.

Abdullah Tel, Fatih Gazioğlu  | 26.05.2017 - Rojanekırın : 31.05.2017
Afrîkaya pêşdikeve - Li Mozambîkê ji 10 kesî yek êtîm e

Maputo

MAPUTO

Welatê Mozambîkê li başurê rojhilatê Afrîkayê dikeve. Bi qasî 15 salan şer û pevçûnên navxweyî lê dewam kir, bobelat qewimîn û diqewimin û belavbûna nexweşiya AIDSê jî pirsgirêkeke din a welêt e. Ji ber van pirsgirêkan îro li seranserê welêt herî kêm 2 milyon zarok êtîm mane.

Li gor daneyên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li welatê ku bi qasî 25 milyon kes lê dijîn 2 milyon û 100 hezar zarok êtîm in û praniya wan zarokan jî êtîmxana, medrese û dibistanên lê cihê razanê heye dimînin.

Hin zarokên ji derfetên perwedehiyê mehrûm in jî di kuçe û kolanên bajarên mezin da jiyana xwe didomînin û di wî halî da mezin dibin. Gelek zarok jî ketine destê rêxistinên tevlî sûc dibin û bazirganiya tiryakê dikin.

Li herêmên çolter ên ku xiristiyan û misilman li heman taxan dijîn jî hin malbatên xiristiyan ên ji heqê xwedîkirina zarokên xwe nayên der jî ji bo zarokên wan çêtir bijîn wan dişînin medreseyan.

Ev medreseyên ku bi bexşan li ser pê ne jî him ji hêla tefrîşat û him jî ji bo çareserkirina hewcedariyên rojane yên zarokan gelekî zor û zehmetiyê dikişînin.

- Medrese li benda alîkariyê ne

Medreseya Darusselamê ya ji hêla hin xêrxwazan li herêma Matolaya ser paytext Maputoyê ye hat avakarin ji medreseyan yek e.

Nêzî 180 êtîmên ji bajarok û derdora wê ne li vê medreseyê dixwînin û di her odeyekê da bi qasî 6 û yan jî 10 zarok dimînin.

Evdil Nasir Îsmaîlê nêzî 8 salan li Afrîkaya Başur perwerdehî dît û vegeriya welatê xwe di sala 2013an da Medreseya Darusselamê ava kir.

Îsmaîl di daxuyaniya xwe de got ku ew di nav şert û mercên gelekî zehmet de perwerdeyê dibînin. Îsmaîl wiha axivî: "Em mecbur in rojê 3 dana xwarinê bidin van zarokan. Ji ber vê yekê hewcedatriya me bi sponsor û bexşan heye. Gelek zarok ji ber AÎDSê êtîm dimînin. Sedema hêrî mezin ev e. Hin caran em nikarin pirtûkan ji xwendekarên xwe re bikirin. Dibistana me kevn e û lazim e bê temîrkirin.

- Ez dixwazim bibim muhendis

Alîfu Adem (10) got ku ew dixwaze bixwîne lê hewcedariya wî bi defter û qeleman heye. Adem got ku eger firsend bikeve destê wî dixwaze bibe muhendis.

Li gor daneyên Neteweyiyên Yekbûyî (NY) niha li Mozambîkê milyonek û 500 hezar kes bi nexweşiya AÎDSê dijî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın