Dinya

"Divê çekên di destê PYD/PKKê de bên berhevkirin"

Ji daxuyaniya Lijneya Ewlehiya Neteweyî: "Hatiye destnîşankirin ku Tirkiye li kêleka sînorên xwe rê nade ku korîdora terorê were avakirin û artêşa terorîst bê damezirandin, ji bo vê yekê jî dê hemû tevdîr werin girtin."

Muhammet Kurşun  | 17.01.2018 - Rojanekırın : 19.01.2018
"Divê çekên di destê PYD/PKKê de bên berhevkirin"

Ankara

ANKARA

Piştî civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî beyannameyek hat belavkirin û hat ragihandin: "Divê çek, wesayit û amûrên ku bo PKK/PYD-YPGa rêxistina terorî hatine şandin demildest bên berhevkirin."

Piştî civîna li Kulliyeya Serokomariyê ya bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniya Lijneya Ewlehiya Neteweyî de van îfadeyan cih girt:

"Hatiye destnîşankirin ku Tirkiye li kêleka sînorên xwe rê nade ku korîdora terorê were avakirin û artêşa terorîst bê damezirandin, ji bo vê yekê jî dê hemû tevdîr werin girtin."

Herwiha bal hat kişandin ser wê yekê ku divê Amerîka çekên dane PYD/PKKê paşde wergire û wiha hat diyarkirin:

"Hat destnîşankirin ku ji bo xurtkirina ewlehiya sînorên me û pêkanîna ewlehiya can û malê gelê herêmê di merhaleya ewil de dê ji bo berterefkirina tehdîdên ku ji rojavayê Sûriyeyê arasteyî welatê me dibin pêngavên hewcedar demildest û biryardarî bên avêtin."

Di dawiyê ev hat destnîşankirin: "Dema ku ji bo welatê me tehdîda berbiçav a rêxistinên terorî hebe û dewleteke di bin banê NATOyê de ku têkiliyên me yên dualî û mitefiqiya me pê re heye bêyî ku guh bide ewlehiya me terorîstan hevkar îlan bike û çekan bide wan em xemgîn dibin. Ji ber ku li Sûriyeyê têkoşîna fiîlî ya dijî DEAŞê qismekî mezin temam bûy. Loma hat destnîşankirin ku divê çek, wesayit û amûrên ku bo PKK/PYD-YPGa rêxistina terorî hatine şandin demildest bên berhevkirin."

Li Lijneya Ewlehiya Neteweyî biryar hat dayîn ku tewsiyeya dirêjkirina rewşa neasayî li hikûmetê were kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın