Dinya

Doza Qudsê, hemû misilmanan eleqedar dike

Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Yûsif el-Qeredawî der barê Qudsê da daxuyaniyek da û got ku Quds ne bi tenê filistiniyan, lê hemû misilmanan eleqedar dike.

Fatih Gazioğlu  | 22.07.2017 - Rojanekırın : 23.07.2017
Doza Qudsê, hemû misilmanan eleqedar dike

Qatar

DOHA

 Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Yûsif el-Qeredawî der barê Qudsê da daxuyaniyek da û got ku Quds ne bi tenê filistiniyan, lê hemû misilmanan eleqedar dike.

Qeredawî li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê Qudsê da daxuyaniyek da û wiha got: "Lazim e em eşkere îlan bikin ku şerê parastina Qudsê şerekê îslamî ye. Doza Qudsê ne bi tenê ji bo filîstiniyan û ereban girîng e, herwisa ji bo hemû umetê dozeke girîng e."

Duh piştî nimêja înê ku li herêmên cuda yên Qudsa Rojhilat hat kirin, hêzên Îsraîlê mudaxeleyî cemaetê kiribû û 3 filîstînî hatibûn kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.