Dinya

Ji NYyê der barê xwepêşandanên muxalifên li Rûsyayê da daxuyanî

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Haq: "Em hêvî dikin ku rêzê nîşanî mafê xwepêşandana qencniyet bidin"

28.03.2017 - Rojanekırın : 28.03.2017
Ji NYyê der barê xwepêşandanên muxalifên li Rûsyayê da daxuyanî

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Neteweyên Yekbûyî (NY) der heqê binçavkirina hejmarek zêde xwepêşandarên dijî hikûmetê yên li Rûsyayê da ragihand ku divê rêz ji mafê xwepêşandana niyetqenc bê nîşandan.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Farhan Haq di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku ew, rûdanên li Rûsyayê dişopînin û herwiha li her dinyayê însan xwediyê mafê lidarxistina xwepêşandanên niyetqenc in.

Haq der heqê binçavkirinên li Rûsyayê da jî wiha got, "Em hêvî dikin ku rêzê nîşanî mafê xwepêşandana niyetqenc bidin."

Avakarê "Fona Dijî Gendeliyê" û aktîvîst Aleksey Navalny û grûbên din ên muxalif, piştî ku der heqê Serokwezîr Dmîtriy Medvedev da raporeke ku îdiayên gendeliyê tê da hene hat weşandin, duhê digel paytext Moskoyê li gelek bajarên ûris xwepêşandan li dar xistibûn. Di xwepêşandanan da polêsan gelek xwepêşander binçav kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.