Dinya

Kevneşopiyeke Îspanyayê ya pêncsed salî: Hesp û Agir

Li Îspanyayê kevneşopiyeke bi navê "Las Lumînarîas" (Qendîl) ya ku hespan li ser agir ra didin bazdan pêncsed sal in dewam dike.

Türkan Tosun  | 17.01.2018 - Rojanekırın : 21.01.2018
Kevneşopiyeke Îspanyayê ya pêncsed salî: Hesp û Agir

Madrid

SAN BARTOLOME DE PINARES

Kevneşopiya Îspanyayiyan "Las Lumînarîas" (Qendîl) ya ku hespan li ser agir ra didin bazdan wek çalakî li bajaroka San Bartolome de Pînaresê ya li ser bajarê Avlîayê hat lidarxistin.

Ev çalakî ji bo bîranîna Ezîz Anthony yê ku wek parêzvanê heywanên kedîkirî tê qebûlkirin, tê lidarxistin.

Ji ber vê çalakiyê li kuçeyên bajarokê deh kûre "Las Lumînarîas" (Qendîl) hatin dadan, keşîşê bajarokê hesp pîroz kirin.

Piştî vê bi dehan hespan li ser agirên ku hatine vêxistin banzdan, bi sedan kesî jî hesp temaşe kirin.

Ev kevneşopî ji bo têkoşîna dijî webayê derketiye holê.

- Nav û dengê wê bilez belav dibe

Li gor vê baweriyê dema ku hesp ji ser agir re baz didin paqij dibin û ji bo nifşên nû tên parastin. Lê kesên ku mafên heywanan diparêzin bertekî nîşanî vê kevneşopiyê didin û dibêjin hesp zirarê dibînin, loma divê ev çalakî bên betalkirin. Her çiqasî ev kes li hember vê kevneşopiyê derkevin jî Las Lumînarîas her ku diçe bi nav û deng dibe.

Kesekî ku bi hespê xwe va hatiye ku beşdarî vê çalakiyê bibe wiha got: "Hesp tu carê zirarê nabînin lewra heywanên pir bi aqil in, hûn nikarin zorê bidin wan. Ew dizanin çi dikin û ji ber vê zirarê nabînin."

Niştecihekî bajarokê jî got berê ji dervayî bajarokê kes nedihat vê çalakiyê lê niha çapemenî tê, ji dervayî welêt gelek kes tên û li hemû dinyayê tê zanîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.