Dinya

Li Qudsê çirayên remezanê

Bi hatina meha remezanê va hemû rêyên Qudsa Berê yên ku digihêjin Mescida Eqsayê, deriyên malan bi çirayan hat xemilandin.

Haydar Şahin  | 27.05.2017 - Rojanekırın : 28.05.2017
Li Qudsê çirayên remezanê

Quds

QUDIS

 Bi hatina meha remezanê va hemû rêyên Qudsa Berê yên ku digihîjin Mescida Eqsayê, deriyên malan bi çirayan hat xemilandin.

Li Mescida Eqsayê ya ku hemû amadehiyên remezanê hatin temamkirin îcar dest bi paqijiyê kirin, ji bo misliman bi rihetî fitara xwe vekin û îbadetên xwe bikin şemsiye danîn hewşa mizgeftê.

Weletiyên Filisitînê yên ku li Qudsa Rojhilat a dagirkirî dijîn wek salên din îsal jî deriyên malên xwe, sûrên li dora herêma Qudsa Berê, Kolana Selaheddînê bi roniyan xemilandin.

Do êvarê hîv hat dîtin û piştî vê bi hezaran misliman hatin Mescida Eqsayê ku terewîha ewil bikin.

- "Atmosfera remezanê li vî welatî her sal cuda ye"

Husam Zugyarê (67) esnafê Qudsê yê ku bi dehan sal e li nêzîkî Mescida Eqsayê qendîlan difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Atmosfera Remezanê li vî welatî her sal cuda ye."

Zugyar got wek esnafên Qudsê her sal dixebitin ku remezaneke cuda derbas bikin û wiha pê da çû:

"Welatê me hatiye dagirkirin, em jî hewl didin ku bi awayê herî baş remezanê derbas bikin. Em kuçeyên bajarê berê bi qendîlan dixemilînin. Meriv fehm dikin ku ketine meha remezanê. Remezana me ji ya welatên cînar cudatir derbas dibe. Her aliyên sûra bajêr ronî dibin û meriv ku dikeve bajêr hewaya remezanê dibîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın