Dinya

Li Şamê êriş: 17 mirî, 54 birîndar

Li Sûriyeyê hêzên rejima Esed li Harestaya navçeya Şamê êrîiî merasimeke cinaze kirin, 17 kes mirin, 54 sivîl jî birîndar bûn.

19.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Li Şamê êriş: 17 mirî, 54 birîndar

Syria

ŞAM

 Endamê Kordînasyona herêmî ya Harestayê Mustafa Taval ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hêzên rejimê li rojavayê Harestayê bi moşekan ve êrişî merasima cinazeyekî kirin.

Taval got ku di êrişê de herî kêm 17 sivîl mirin û 54 sivîl jî birîndar bûn û wiha dewam kir: "Hêzên rejimê ji bilî Harestayê êrişî taxa Kabunê ya ku li rojavayê paytextê ye jî kirin. Gel ji ber êrişan terka malên xwe kirin û çûn cihên ewletir."

Taval got birîndar rakirine nexweşxaneyan ku bên tedawîkirin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.