Dinya

Operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê dest pê kir

Hat ragihandin, operasyona ku hedefa wê rojavayê bajarê Mûsila Iraqê ji DEAŞA rêxistina terorê rizgarkirin e, dest pê kir.

19.02.2017 - Rojanekırın : 19.02.2017
Operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê dest pê kir

Arbil

BEXDA

 Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî hat dayîn "Serokwezîr û Serfermandar Heyder el-Ebadî ji bo ku Eymena (rojava) Mûsilê were rizgarkirin, operasyona leşkerî da destpêkirin."

Serokwezîr Ebadî diyar kir ku li Mûsilê "ew pêşî dixwazin mirovan rizgar bikin, mebesta wan a sereke ne ax e".

Ji sê aliyan va dor li hêla rojava hat girtin

Çavkaniyên leşkerî daxuyandin, piştî ku li aliyê rojhilatê kontrol bi temamî hat bidestxistin, ji bo hildana herêmên rojava ji 3 aliyan va operasyonê dest pê kir, artêşa Iraqê ji bakur va, hêzên polêsên fedaral ji başûr va, Heşda Şebiya hêza milîsên şîe jî ji aliyê rojava va piştgiriyê didin.

Dibe ku sivîl operasyonê bixin tengasiyê

Li gor rayedarên leşkerî û îdarî, di operasyona ku wê li rojavayê bajêr va were kirin, "ji ber ku kuçe teng in û li herêmê nêzî 750 hezar sivîl dijîn" dibe ku operasyon dijwartir be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.