Dinya

Pergala ewlehiya li ser sînor dest bi qeydê kir

Li ser sînorê Hatayê yê hemberî Efrîna ku di bin kontrola PYD/PKKê da ye "Pergala Ewlehiya Sînor a Kayiyê" hat bicihkirin, dest bi qeydê kir.

Abdullah Tel  | 19.01.2018 - Rojanekırın : 20.01.2018
Pergala ewlehiya li ser sînor dest bi qeydê kir

Hatay

HATAY

Li ser sînorê Hatayê yê hemberî Efrîna ku di bin kontrola PYD/PKKya rêxistina terorê da ye beşa ewil a "Pergala Ewlehiya Sînor a Kayiyê" ya ji hacetên elektronîk ên modern pêk tê, dest bi qeydê kir.

Ew dîwarê di navbera sînorê Tirkiye-Sûriyeyê da tê avakirin li ber qedandinê ye û hêzên ewlehiyê jî li ser xeta sînor 24 saetan di dewriyeyê da ne.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji rayedaran hilda tevlî tewdîrên ewlehiyê Misteşariya Pîşeyê Parastinê ji bo pêşvebirina projeya Pergala Ewlehiya Sînor a Kayiyê kar û xebat da kirin.

Pergala ewlehiyê wê bi qasî 40 kîlometre li ser sînorê Efrîna hemberî Hatayê bê bicihkirin û heta niha jî li 20 kîlometreyî montaja pergalê hat kirin.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê qismê pergala ku hatiye montekirin ceriband û di testên ewil da pergal li hev hat.

- Bi xêra pergalê tehdîdên li ser sînor wê ji holê rabin

Wesayîtên Firê yên Bêmirov wê bi saya pergala elektronîk mirov, wesayît û yan jî tiştên din ên nêzî sînor dibin tespît bikin û ji navenda kontrolê ra xeberê bişînin. Hemû dîmenên li ser sînor tên qeydkirin li navendekê kom dibin û kamera berê xwe ji tiştên bo ewlehiya sînor talûke bin nade alî. Di pergalê da amûrên ku sinyalên radarê tevlihev dikin jî hene û çi tiştê li ser sînor biqewime demildest diçe ber destê hêzên ewlehiyê.

Tê plankirin ku ev pergal li ser hemû sînorê Sûriyeyê bê bicihkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.