Polîtîka, Dinya

Peyama Barzanî li ser Pêşmergeyê Sûriyê

- Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî: "Me îro li ser vê xeber neda. Lê jixwe ya mewzûbehs e Pêşmergeyên Kurdên Sûriyê ne. Yanî jixwe heqê wan heye ku ew li wê derê bin. Ji bo ew vegerin cihên xwe emê piştgiriyê bidin."

Ekip  | 19.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Peyama Barzanî li ser Pêşmergeyê Sûriyê

Ankara

MUNÎH

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî, diyar kir ku ji bo Pêşmergeyê Sûriyê vegerin herêma xwe dê piştgiriyê bidin wan.

Barzanî, li 53emîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîha Almanyayê bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re civiya. Piştî civînê cewaba pirsên rojnamevanên Tirkiyê da.

Serokê Herêmê li ser Kampa Başîkayê got ku ew pêşî ji bo perwerdekirina hêzên Iraqê li DEAŞê hatiye fikirîn û wiha dewam kir: "Di ziyaretê Birêz Serokwezîr a Bexda û Hewlêrê de ya rastî ev mesele hat çareserkirin."

Der barê mucadeleya li dijî DEAŞê Barzanî destnîşan kir ku wê şerê wan bidome û bal kişand ser xebatên di vê pêvajoyê de û got: "Em sipasdarê hêzên koalîsyonê ne."

Li ser pirseke vegera Leşkerê Roj-Pêşmergeyê Rojava bo Sûriyê jî Barzanî anî ziman ku Kurdên ji derveyî PYDê yên Sûriyê jî heqê wan heye di herêmên xwe de hebin û got: "Me îro li ser vê xeber neda. Lê jixwe ya mewzûbehs e Pêşmergeyên Kurdên Sûriyê ne. Yanî jixwe heqê wan heye ku ew li wê derê bin. Ji bo ew vegerin cihên xwe emê piştgiriyê bidin."

Hatbû ragihandin ku Serokwezîr Yildirim û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî di hevdîtinê de li ser biryardariya têkoşîna li dijî terorê kirine.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın