Dinya

Rûsyayê ji bona Çînê dest bi sewqiyata pergala S-400î kir

Rûsyayê li gor peymana 2014an ji bona Çînê dest bi sewqiyata pergala parastinê ya moşekên S-400î kir.

Nihat Kavşut  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 18.01.2018
Rûsyayê ji bona Çînê dest bi sewqiyata pergala S-400î kir

Moskova

MOSKOVA

Hat ragihandin Rûsyayê li gor peymana 2014an ji bona Çînê dest bi sewqiyata pergala parastinê ya moşekên S-400î kir.

Li gor daxuyaniya çavkaniyeke ji pîşesaziya eskerî-teknîkî ya Rûsyayê ku daxuyanî da çapemeniya Rûsyayê li gor peymana 2014an ji bona Çînê dest bi sewqiyata pergala parastinê ya moşekên S-400î kir.

Hat diyarkirin di sewqiyatê da îstasyoneke radar û kontrolê, ekîbmanên alîkarî û vejenê û perçeyên curbecur hene û wiha hat gotin: "Li gor peymana bi Çînê ra ji bona S-400an nayê plankirin transfera teknolojiyê kirin û çêkirina bilîsans bê dayîn."

Çîn bi peymana di sala 2014an da bûbû kirîdarê yekem yê navneteweyî ku pergala S-400î ji Rûsyayê dikire. Kirîdarê duyemîn yê navneteweyî jî Tirkiye ye ku ji bona du pergalên S-400î bên kirîn rojên dawîn yên sala par li Enqereyê bi Rûsyayê ra peyman hatibû îmzekirin.

Pergala S-400î tenê di destê artêşa Rûsyayê da heye û ji xeynî Çîn û Tirkiyeyê tê plankirin ku pergalê îxracî Hindistan û Erebistana Siûdî jî bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın