Dinya

Stoltenberg duyemîn car lêborîna xwe ji Tirkiyeyê xwest

Sekreterê Giştiyê NATOyê Stoltenberg ji ber skandala tetbîqatê duyemîn car lêborîna xwe ji Tirkiyeyê xwest.

Ahmet Aydın  | 17.11.2017 - Rojanekırın : 17.11.2017
Stoltenberg duyemîn car lêborîna xwe ji Tirkiyeyê xwest

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

BRUKSEL

Sekreterê Giştiyê NATOyê Jens Stoltenberg bi Sererkan Orgeneral Hulusî Akar re hevdîtin kir û "bi şiklekî safî" lêborîn xwest.

Orgeneral Hulusî Akar û Sekreterê Giştiyê NATOyê Stoltenberg li Forûma Asayişa Nêvneteweyî ya Halîfaxê ku li Kanadayê hat li darxistin, civiyan.

Stoltenbergê ku bihîst Hulusî Akar li Kanadayê ye careke duyem xwest ku lêborîna xwe rûbirû bixwaze.

Hevdîtina ku li ser daxwaza Sekreterê Giştiyê NATOyê hat kirin de Stoltenberg ji ber wan tiştên ku di tetbîqata Trîdent Javelê ya li Norweyê qewimî, "bi şiklekî safî" lêborîna xwe gihand Akar.

- Akar dubare anî ziman ku pêdivê amirên berpirs cezayê bistînin

Stoltenbergê ku lêborîna xwe xwest daxwaz ji Akar kir ku lêborîna wî bigihîne Serokomar Recep Tayyip Erdogan.

Akar jî tekezî li hiyerarşîkbûna artêşê kir û anî ziman ku ji kardûrxistina herdu personelê têkildar bes nîn e û pêdivê amirên berpirs cezayê bistînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın