Dinya

"Tenê Tirkiye û Îtalyayê arîkariya zelzelezedeyan kirin"

Wekîlê Waliyê Silêmaniyê Umer Mihemed Emîn: "Yekem welatê ku destê arîkariyê dirêjî me kir Tirkiye bû."

Dlshad Saifaalddin Ahmed  | 17.11.2017 - Rojanekırın : 18.11.2017
"Tenê Tirkiye û Îtalyayê arîkariya zelzelezedeyan kirin"

As Sulaymaniyah

SILÊMANÎ

Hat ragihandin ku piştî erdheja li sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê tenê herdu welatên Tirkiye û Îtalyayê arîkarî gihandin zelzelezedeyên li Silêmanî û Helebceyê.

Do balafireke din a Îtalyayê ku arîkariya însanî ji bo mexdûrên erdhejê tê bû gihîşt Balafirgeha Silêmaniyê.

Wekîlê Waliyê Silêmaniyê Umer Mihemed Emîn, li ser mijarê bo rojnamevanan axivî û got:

"Hikûmeta Îtalyayê cara duyem û sêyem arîkariya xwe ya însanî gihande Silêmaniyê. Ev piştgirî bi ser zelzelezedeyan ve tê dabeşkirin. Em destxweşiya Îtalyayê dikin û hêvîdar in ku ev nimûne zêdetir bibin."

Umer Mihemed Emîn bal kişand ser wê yekê ku welatên nêzîkî wan destê arîkariyê dirêj nekirine lê belê Îtalyayê ji Ewropayê ve destê piştgiriyê dirêjî wan kiriye.

Herwiha diyar kir ku yekem welatê ku destê arîkariyê dirêjî wan kiriye Tirkiye bû û ji bo vê yekê sipasiya hikûmeta vî welatî û saziyên wê yên xêrxwaziyê kir.

Serkonsolosê Îtalyayê li Hewlêrê Sirina Moronî jî got: "Ev arîkarî ji aliyê hikûmeta Îtalyayê û hemû pêkhateyên wê ve hatiye komkirin. Wezareta Berevaniyê ji bo gihandina arîkariyan 2 firoke terxan kirin."

Arîkariya Îtalyayê ji bo 20 tonan pêk tê û heta niha 15 ton gihîştiye Silêmaniyê. Di nav de bettanî û malzemeyên zerûrî hene. Herwiha dê 10 ton derman û pêdawîstiyên din jî bigihê cihê zelzeleyê.

Wekîlê Waliyê Silêmaniyê Umer Mihemed Emîn di dawiyê de li ser ziyana erdheja 12ê mehê got 8 kes mirine û 328 kes jî birîndar bûne, ziyana maddî jî teqrîben 17 milyon dolar e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.