Dinya

Wezîrê Berevaniyê yê Norwecê Jensen lêborîna xwe ji Tirkiyeyê xwest

Wezîrê Berevaniyê yê Norwecê Jensen ji ber skandala ku di tetbîqata Trîdent Javelê ya li Norwecê de qewimî lêborîna xwe ji Tirkiyeyê xwest.

Ahmet Aydın  | 17.11.2017 - Rojanekırın : 18.11.2017
Wezîrê Berevaniyê yê Norwecê Jensen lêborîna xwe ji Tirkiyeyê xwest

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

OSLO

Wezîrê Berevaniyê yê Norwecê Frank Bakke-Jensen ji ber skandala ku di tetbîqata Trîdent Javelê ya li Norwecê de qewimî lêborîna xwe ji Tirkiyeyê xwest.

Jensen li ser malpera Wezareta Berevaniyê ya Norwecê daxuyaniyek belav kir û got, "Di tetbîqata NATOyê de ya ku li Navenda Herba Mişterek a li bajarê Stavanger a Norwecê hat lidarxistin, di sîstema dewra girtî de peyamek hat weşandin. Ew peyam ji aliyekî welatiyekî Norwecê ve hatiye nivîsandin ku tenê ji bo serdema tetbîqatê hatiye îstixdamkirin."

Jensen tekezî li wê yekê kir ku ew peyam qetiyen rengvedana dîtîn û polîtîkayê Norwecê nîn e û got, "Ji ber naveroka peyamê ez lêborînê ji Tirkiyeyê dixwazim. Tirkiye hevpeymanekî giring ê NATOyê ye û em qîmet didin hevkariya me ya nêzîk."

Jensen destnîşan kir ku nivîserê wê peyamê demildest ji tetbîqatê hatiye dûrxistin û wê derbarê bûyerê de lêpirsînek hûrgil biajon û tişta pêwîst bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın