Jiyan

Almasta mezin bi 53 milyon dolarî hat firotan

Duyemîn almasta herî mezin a ku navê wê "Ronahiya Me" ye, bi 53 milyon dolarî hat firotan.

26.09.2017 - Rojanekırın : 27.09.2017
Almasta mezin bi 53 milyon dolarî hat firotan

Ankara

ANKARA

Almasta bi navê "Lesedi La Rona (Ronahiya Me)" ku li dinyayê duyemîn almasta herî mezin e, bi 53 milyon dolarî hat firotan.

Li gorî nûçeya CNNê, şîrketa mucewheratê ya îngiliz Graff Diamonds bi beramberî 53 milyon dolarî bû xwediyê nû yê almasta ku bi qasî gogeke tenîsê mezin e û hezar û 109 karat e.

Almast par li Londona paytexta Îngiltereyê derxistibûn mezatê, lêbelê kesî 70 milyon dolarê ku wekî bihayê destpêkê hatibû diyarkirin, nedabû.

Almast di cotmeha 2015an da li kana madenê ya şîrketa kanadayî Lucara Diamond ya li Botswanayê hatibû dîtin. Bi zimanê Tswana ku yek ji zimanên herêmî yê Botswanayê ye, navê Lesedi La Rona ku tê wateya "Ronahiya Me" dabûn almastê.

Almasta hezar û 109 karatî ya ku qedera 3 milyar sal kevn e, li gorî qeydên berdest, duyemîn almasta herî mezin a li ser rûyê dinyayê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın