Jiyan

Kemal El Xetîbê ji Sûriyyê bi milekî li ber xwe dide

Xelkê Sûriyeyê El Xetîb ku di êrişa esmanî ya rejima Esed da ji milekî xwe bû û atolyeya wî du caran rûxiya, wekî hesinkar jiyana xwe didomîne.

Önder Beyter  | 20.07.2017 - Rojanekırın : 25.07.2017
Kemal El Xetîbê ji Sûriyyê bi milekî li ber xwe dide

Hims

HUMS /ANKARA

Kemal El Xetîb ku li Sûriyeyê di êrişa esmanî ya rejima Beşşar Esed da ji milekî xwe bû û atolyeya wî du caran rûxiya, wekî hesinkar li ber xwe dide û hewl dide ku li ser pêyên xwe bisekine.

El Xetîbê 31 salî ku niştecihê navçeya Tilbîse ya li çoltera bakurê parêzgeha Himsê ya di kontrola mixalifan da ye, ji peyamnerê AAyê ra qala serpêhatiyên xwe yên dijwar kir.

El Xetîb wiha xeber da, "Beriya şoreşê ji ber ku torpîla min tunebû, ez nebûm karmendê dewletê. Min jî hesinkarî ku pîşeyê bavê min e, hilbijart. Ez demekê li cem bavê xwe xebitîm û dû ra min kargeha xwe vekir."

El Xetîb diyar kir ku piştî şerê navxweyî dest pê kir, wî kargeha xwe girt û tevlî refên mixalifan bû û li hemberî rejima Esed dest bi têkoşînê kir û wiha dewam kir, "Di 2012an da di êrîşên rejimê da ez ji milê xwe yê çepê birîndar bûm. Platîn bi milê min va kirin. Dûra ez vegeriyam Tilbîseyê û min atolyeya xwe ya hesinkariyê cardin vekir."

El Xetîb got ku sala 2015an bo wî qonaxeke diyarker bû û wiha pê da çû:

"Ew sal (2015) di meha gulanê da navçeya me tûşî êrîşên rejimê yên bi çekên giran dihat. Di êrişa rejimê ya bi bombeyên bermîlê da milê min ê rastê jê bû. Atolyeya min rûxiya. Milet ez rakirim nexweşxaneyê, paşê piştî tedawiyê min hewl da û ez bi milekî şixulîm. Hevalan kargeha min temîr kirin. Hesinkarî ji bo mirovekî normal jî pir dijwar e, di ser da bona mirovekî yekmilî hê zehmetir e."

El Xetîbê ku atolyeya wî cara duduyan tuşî êrîşê hat, xeberdana xwe wiha domand, "Navçeya Tilbîseyê li Sûriyeyê herêma yekemîn e ku bû hedefa firokeyên ûris. Di êrîşa wê rojê da 40 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Roketek jî nêzîkî atolyeya min ket xwarê. Ez dîsa birîndar bûm, atolyeya min cara duduyan rûxiya, lê min negot bes e. Min li kargeha bavê xwe ya berê li cem birayê xwe dest bi kar kir."

El Xetîbê zewicandî yê bavê 3 zarokan bal kişand ku tekane daxwaza wî ew e ku milekî wî yê protez bê pevxistin û wiha got, "Bi vî hawî ezê çêtir û rihettir karê xwe bikim. Ez vî karî jî ji bo ku mihtacî kesî nebim, dikim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın