Jiyan

Kêvroşkan difiroşe û pê zarokên xwe dide xwendin

Suleyman Çamliyê (55) li Hanonuya navçeya Kastamonuyê, piştî mirina jina xwe kêvroşkên li hewşa mala xwe xwedî dike difiroşe û pê 2 zarokên xwe dide xwendin.

18.02.2017 - Rojanekırın : 21.02.2017
Kêvroşkan difiroşe û pê zarokên xwe dide xwendin

Kastamonu

KASTAMONU

 Suleyman Çamliyê (55) li Hanonuya navçeya Kastamonuyê, piştî mirina jina xwe kêvroşkên li hewşa mala xwe xwedî dike difiroşe û pê 2 zarokên xwe dide xwendin.

Çamliyê li Hocavakifa gundê Hanonuyê dijî, jina wî 6 sal berê miriye û ew jî zarokên xwe yên 9 û 11 salî mezin dike.

Çamli li gund kêvroşkan xwedî dike û difiroşe.

Suleyman Çamli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir piştî wefata jina xwe di karên rojane da dixebite û emeletiyê dike.
Çamli diyar kir ji ber zarokên xwe nekariye ji gund dûr bikeve û wiha dewam kir: "Ji bo debara xwe bikim min li hewşa malê dest bi xwedîkirina kêvroşkan kir."

Suleyman Çamli destnîşan kir kêvroşkan li bazara navçeyê bi 15-30 lireyî difiroşe û got bi taybetî keç ji kêvroşkan hez dikin.
Çamli diyar herî zêde zarokên dibistana seretayî kêvroşkan dikirin û got rojê 10-15 kêvroşkî difiroşim û pê zarokên xwe didim xwendin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın