Li Antalyayê kêfa berf û behrê bi hev ra
Li navçeya Kemerê seba tûrîstên xumalî û biyanî derfet heye ku hem kêfa behrê û hem jî kêfa berfê bikin.
Antalya
ANTALYA
Li Kemera navçeya Antalyayê tûrîstên xumalî û biyanî di heman rojê da hem kêfa behrê û hem jî li Çiyayê Tahtaliyê kêfa berfê dikin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji rayedarên Navenda Texmîna Hewayê ya Meteorolojiya Herêma Antalyayê wergirt, li Kemerê bi roj berztirîn pile germê 18, germahiya ava behrê jî 16 pile hat pîvan.
Tûrîstên xumalî û biyanî yên ku ji bo betlaneyê hatin navçeyê, li kêleka behrê kêfa tavê kirin. Hin tûrîst ketin avê û hinekan jî li qeraxê behrê kitêb xwendin. Herwiha hin malbat jî li parkan derketin meşê.
Yên ku derketin Çiyayê Tahtaliyê ku 2 hezar û 365 mêtro bilind e û li taxa Tekîrovayê ye jî kêfa berfê kirin. Tûrîstên ku bi teleferîkê di 12 dedîqeyan da gihîştin serê çiya, ji berfê gog çêkirin û avêtin hevdu û herwiha wêne kişandin.
Piraniya ziyaretvanan jî ji Îran û Koreya Başûr in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.