Jiyan

Li Başûrê Rojhilat hosteyên wesayîtan ên jin

Xwendekarên qîz ên ku li lîseya pîşeyan beşa wesayîtên bimotor perwerdeyê dibînin li Sîteya Pîşesaziyê stajê dikin ku bibin temîrker.

Türkan Tosun, Fatih Gazioğlu  | 25.05.2017 - Rojanekırın : 30.05.2017
Li Başûrê Rojhilat hosteyên wesayîtan ên jin

Diyarbakir

DIYARBAKIR

 Li Diyarbekirê xwendekarên qîz ên ku li lîseya pîşeyan beşa wesayîtên bimotor dixwînin stajê dikin û dixebitin ku bibin temîrker.

Xwendekarên qîz ên ku di Lîseya Anadoluya Teknîk û Pîşeyan a Burhanettîn Yildiz di beşa Teknolojiya Wesayîtên Bimotor a Otomotîva Elektromanyetîkê de perwerdeyê dibînin li gor gelek qîzan di beşeke cuda da dixwînin. Ev xwendekar li Sîteya Pîşesaziyê a 3yemîn stajê dikin ku dema dest bi kar bikin bikaribin bi hêsanî bixebitin.

Xwendekar lastîkan diguherînin, balatayan derdixin û dixin cih, rûn û hîdrolîka frenê kontrol dikin, motorê ji cihê wê derdixin û temîr dikin.

Laleş Roza Çokura ku di vê beşê de dixwîne got ku ew di beşeke zehmet de dixwînin lê ew jî dikarin wek mêran vî karî bikin.

Çokur wiha axivî: "Em dikarin bibin teknîsyen, hosteyê motoran û endezyar. Em dikarin di pîşesaziyê de bixebitin, tu kêmasiyeke me ji mêran tune. Xebata jinan a di vê qadê de mirovan metel dihêle. Em dixwazin vê nêrînê biguherînin. Hin welatî dibêjin 'Jinek çi ji motorê fêm dike? Bi xebata xwe ve em bersiva herî baş didin wan. Jin dikarin li her derê bixebitin. Em dikarin bi makyaj û neynikên xwe yên bioje ve li her derê bixebitin. Jin dema dixebitin bi hesas û hûrgilî karê xwe dikin. Em dikarin ji mêran jî baştir vî karî bikin."

-"Dema muşteriyan ez didîtim şeş û metel diman"

Xwendekar Delal Uruçê jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku ew di vê beşê de dixwîne û got di serî da malbata wê destûr nedaye wê ew di vê beşê de perwerdeyê bibîne, lê paşê piştgirî dane wê.

Uruçê destnîşan kir ku di vê qadê de mêr zêdetir dixebitin û wiha dewam kir: "Dema muşteriyan ez didîtim şeş û metel diman. Li gor jinekê ez pîşeyekî zor e."

- "Li herêmê temîrker nînin"

Xwediyê kar Alî Sokmen got ku gava ewil wî ev keç dîtin bawer nekiribû û wiha dewam kir:

"Li herêmê tu temrîrkerên jin tunene. Niha hîn dibin û çêdikin. Ji bo pisporiyê tu pirgirka wan tuneye. Belkî ji bo qewetê hêza wan têre neke lê hingî dikarin bi arîkariya hosteyekê wî karî bikin. Di paqijkirina motoran de ji miran baştir dixebitin."

Midûrê Dibistanê Denîz Işin jî daxuyaniyek da û wiha axivî:

"Niha em 6 branşên cuda de perwerdeyê didin. Ji van yek jî teknolojiya beşa wesayîtên bimotor e. Ji xwendekarên me yên sala dawî de dixwînin stajê dikin. Karekî zehmet xuya dike lê hin bêşên wesayitên bimotor hene ku keç jî bixebitin. Xwendekarên me yên keç piştî mezûn bûn dikarin bi rihetî kar bibînin û bixebitin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.