Jiyan

Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma

Li herêmê bi şev germahî di bin sifrê da herî kêm bi 31 pileyî va li Qersê hat pîvan.

19.02.2017 - Rojanekırın : 20.02.2017
Li Rojhilatê Anadoluyê sir û serma

Erzurum

ERZURUM

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahî di bin sifrê da herî kêm bi 31 pileyî va li Qersê hat pîvan.

Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li herêmê îro hewayê ewrsayî be. Li herêmê dibe ku bi şev cemed bigre û cî bi cî mij û dûman rabe.

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Tunceliyê pileyek, di bin sifrê da li Erzincanê 14, li Îdirê 17, li Erziromê 19, li Erdêxanê 27, li Agiriyê 30 û li Qersê 31 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin ku nav rojê germa herî zêde li Tunceliyê 9, li Erzincanê 4, di bin sifrê da li Îdirê pileyek, li Erzirom û Qersê 7, li Agiriyê 8 û li Erdexanê 9 pile be.

Qalindiya berfê li Agiriyê 69, li Erziromê 39, li Qersê 24, li Erdêxanê 12 û li Îdirê 9 santêm hat pîvan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın