Jiyan

Malbata ji Îranê ya mexdûrê terorê dev ji Tirkiyeyê berneda

Vedut Rezaîanê ji Îranê yê sala par li Wanê di êrîşa PKKya rêxistina terorê da tevî keça xwe ya 5 salî birîndar bibû ji bo betlaneya Newrozê ya 13 rojan hat Tirkiyeyê.

28.03.2017 - Rojanekırın : 30.03.2017
Malbata ji Îranê ya mexdûrê terorê dev ji Tirkiyeyê berneda

Van

VAN

Vedut Rezaîanê ji Îranê yê sala par li Wanê di êrîşa PKKya rêxistina terorê da tevî keça xwe ya 5 salî birîndar bibû ji bo betlaneya Newrozê ya 13 rojan hat Tirkiyeyê.

Rezaîanê sala par di eyda Qurbanê tevî Senaya keça xwe birîndar bû di betlaneya xwe da hat Wanê.

Rezaîan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir her çiqas mexdûr bûbûn jî betlaneya xwe li Wanê derbas dikin.

Vedut Rezaîan diyar kir wexta tevî malbata xwe derketibûn gerê teqîn çêbû û wiha xeberda: "Ji bo eydê em hatibûn Wanê. Em derketin gerê û bombe teqiya. Ez û keça xwe birîndar bûn. Çi dibe bila bibe ez û malbata xwe di betlaneyê da hatin Wanê û Newrozê pîroz dikin".

- "Serokomar Erdogan hat xewna min"

Rezaîan diyar kir beriya teqînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye xewna wî û wiha got: "Serokomar Erdogan di xewnê da got dixwaze wêne bikişîne. Ez hembêz kirim û me bi hev ra wêne kişand. Min xewna xwe ji xanima xwe ra got. Roja din teqîn çêbû. Em birîndar bûn. Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî hat serdana min û min xewna xwe ji wî ra jî got."

Vedut Rezaîan diyar kir li gelek dewletan êrîşên terorê çêdibin û wiha dewam kir: "Hevalên min dibêjin meçe Tirkiyeyê, talûke heye, lê dîsa jî ez xwe li Tirkiyeyê di ewlehiyê da hîs dikim."

Li Wanê sala par di roja ewil a eyda Qurbanê da endamên PKKyê êrîşa terorî kiribûn û di êrîşê da 53 kes birîndar bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın