Nûçeyên analîzê

NÊRÎN - Nakokiya Rûsyayê ya PYDyê

Hêzên kurewî li ser kurdên Sûriyeyê hesaban dikin û ji bo ku kurd ji destê wan neçin gelek hewil didin. Her çend Kremlîn û Washington ji bo ku vê tewşiyê bi dawî bikin amade bin jî, bi qasî ku dixuyê herdu alî jî wê destê xwe ji kurdan nekşînin.

29.11.2017 - Rojanekırın : 30.11.2017
NÊRÎN - Nakokiya Rûsyayê ya PYDyê

Istanbul

ÎSTANBUL

Piştî civîna li Soçiyê li Sûriyeyê "pergala nû" û hevdîtinên aştiyê dertên pêş. Sê dewlet û sê serokan di dîrokê da cara ewil biryareke ku Amerîka tev nebû, da. Bi vê biryarê va diyar bû ku Rojhilata Navîn tenê ji însafa "xaçparêzan" ra nemaye. Lêbelê dema ku dek û dolabên aktorên kurewî jî li îxtilafên navbera hêzên herêmî zêde dibe, li herêmê pêkhatina aştî û îstiqrarê ji bo demeke nêz ne pêkan e. Hêzên kurewî piştî Iraqê li ser kurdên Sûriyeyê hesaban dikin û ji bo ku kurd ji destê wan neçin gelek hewil didin. Her çend Kremlîn û Washington ji bo ku vê tewşiyê bi dawî bikin amade bin jî, bi qasî ku dixuyê herdu alî jî wê destê xwe ji kurdan nekşînin.

Her çend eşkere ye ku PYD/YPG nûnerê kurdan nîne jî, ev herdu hêzên kurewî dema ku qala "kurdan" dikin, bi gelemperî vê rêxistina terorê qest dikin. Divê were destnîşankirin, xetaya herî mezin a kurdên Sûriyeyê jî ew ku vê derfetê didin hêzên kurewî. Lewra ev rêxistina terorê bi navê PYD/YPGyê li ser navê kurdan rûdinên û bazariyê dikin. Îro ev rêxistina ku nêzî Amerîkayê ye û ji Amerîkayê dixwe, di heman demê da li destê ûrisan jî dinihêre û dixwaze ji wan jî bixwe. Rêxistina terorê li gor xwe siyaseteke hevseng dimeşîne û qaşo gelê ku nûnertiya wî dike ji felaketeke paşerojê ra amade dike. Her çend kadroya serkirdeyan a rêxistinê xwe kone bihesibîne jî ûris pê beled in ku ew çi dek û dolaban digerînin; diyar e ku stratejîstên Amerîkayê jî ne saf in.

- Pisporên ûris çi dibêjin?

Di 26ê adarê da rojnameya Komsomolskaya Pravd di nivîsara xwe ya li ser siyaseta Amerîkayê ya der barê PYD/YPGyê da destnîşan dike ku Amerîka li Sûriyeyê li pey Kosovayeke nû ye. Aleksandr Kots û Dmitriy Steshin dibêjin ku Amerîkayê li Ewropaya Rojhilat û Balkanan dewlet perçe kirin û Kosova kir baregehek û herwiha li Sûriyeyê jî ji meha adarê vir va sinyala mayîndebûnê didin. Lêbelê wê demê Reqa hê jî di destê DEAŞê da bû, Amerîka û Rûsya jî di têkoşîna dijî DEAŞê da ketibûn pêşbaziyê. Di 25ê îlonê da Rossiyskaya Gazeta di nivîsara xwe ya nirxandina referanduma bakurê Iraqê da cih dide nêrînên pisporê Rojhilata Navîn Aleksei Melashenko. Melashenko jî destnîşan dike ku heger li herêmê dewleteke nû ava bibe, wê peymana Sykes-Picot birûxe ku ev yek jî ne tenê wê aştiya herêmê têk bibe, herwisa wê li ser tevahiya cihanê tesîreke xirab bike. Di 23yê cotmehê da jî malpera nûçeyan RBC.ru di nirxandina xwe ya Zîrveya Soçiyê da rêxistina terorê PYD/YPGyê wekî "hêzên kurdî" bi nav dike û derdixe pêş. RBC dibêje ku piştî Soçiyê ji bersivan bêtir pirs derketin holê û herwiha di analîzeke xwe da jî balê dikişîne ser wê yekê ku sazkirina kongreya neteweyî ya Sûriyeyê zêde mimkun xuya nake. RBC diyar dike, pêşiyê muxalifên ku li Riyadê civiyan li hemberî kongreya neteweyî ya Sûriyeyê derketin û ji aliyekî din va jî destnîşan dike ku hê ne diyar e ka kurd wê beşdar bin an na. Dîsa RBC balê dikişîne ku Tirkiye jî naxwaze "hêzên kurdî" beşdar bibin.

- Îhtimal heye kurdên din li ser maseyê hebin

Di çapemeniya Rûsyayê da piştî Soçiyê di nivîsên li ser "meseleya kurdan" da nediyarî heye. Rûs him naxwazin meseleya kurdan ji destê wan dernekeve û him jî amadehiyê dikin kurdan wek neyar îlan bikin. Dema em li çapemeniya Rûsyayê dinihêrin helwesteke eşkere tuneye. Lê dema em li daxuyaniyên fermî yên Kremlîn û berdevkên wezareta karên derva dinihêrin helwesta Rûsyayê eşkere ye. Bi taybetî piştî Soçiyê ji daxuyaniyên Peskov û Zaharovê berdevkê karên derva derdikeve holê ku Rûsya dixwaze di kongreyê da kurd hebin, lê dixwaze kurdên ku Tirkiye, Îran û Esed îtiraz nekin hebin. Ev peyman bi taybetî ji bona PYDya rêxistina terorê tê dayîn. Rûsya ji PYDya rêxistina terorê ra dibêje "Çekan daynin yan jî yekîneyên xwe yên leşkerî tevlî artêşa Esed bikin û ji bona bazarkirina herêma xweser werin." Yanê Kremlîn ji PYDyê ra dibêje bêyî YPGyê werin. Rûsya heman tiştî li Efrînê jî dixwaze û xwesteka xwe dubare dike. Heger PYD/YPGya rêxistina terorê pişta xwe bi axa di dest xwe da, çavkaniyên neftê û hêza kurewî ya piştgiriyê dide girê bide û biaqil nebe sibê wê kurdên din li ser maseyê bin. Nirxandin û dubendiyên di çapemeniya Rûsyayê da jî wê eşkere bibin.

- Amerîka nikare xilas bike

Wek encam wisa xanê dike ku PYD/YPGyê bi destê sê aliyên Soçiyê ewê wek rêxistina terorê bê qebûlkirin. Em dikarin bêjin helwesta ku Tirkiye, Îran û Iraqê ji bo referanduma li bakurê Iraqê nîşan dan bi destê sê aliyên Soçiyê li dijî bakurê Sûriyeyê jî bê nîşandan. Leşkerên Amerîkayê yên li herêmê jî ew ê nikaribin PYD/YPGya rêxistina terorê xilas bikin lêbelê li gor pisporê ûris dibe ku ev yekîneyan bibin sedema şerekê mezin û kurewî. Dîsa ciwanên ereb û ji neteweyên din ên ku rêxistinê bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê bi zorê hildan bin sîlahê jî dildar nînin ku ji bo armanca PYD/YPGyê şer bikin. Hem çavkaniyên herêmî hem jî eqrebeyên wan ciwanan ên li dervayê welêt vê dibêjin. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku kadroya milîtanên esil ên rêxistinê xilas dibin. Heke PYD/YPGya rêxistina terorê rabe karekî ji bejnê zêdetir (wisa xanê dike ku ew ê bike) encama wê jî ew ê bişibe sendroma artêşa Sedam.

[Rojnamevanê lêkolîner Saslanbek Îsaevê ku li Groznî û Stenbolê dijî di mijara têkiliyên Rûsya, Qafqasya û Tirkiyeyê da pispor e]

Fikr û ramanên ku bi sernavê "Nêrîn"ê da tên weşandin aîde nivîskarên xwe ne, dibe ku polîtîkayên weşana edîtoryel a Ajansa Anadoluyê nîşan nedin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.