Nûçeyên analîzê

Tehliyekirinên li rojhilatê Helebê temam bûn

Tehliyeya hêzên mixalif û sivîlên li rojhilatê navenda bajarê Helebê ku ji aliyê hêzên rejimê ve dorpêçkirî ye hat temamkirin.

23.12.2016 - Rojanekırın : 23.12.2016
Tehliyekirinên li rojhilatê Helebê temam bûn

Istanbul

ÎDLIB

 Li Sûriyeyê rojhilatê Heleba ku ji hêla terorîstên alîgirên rejimê û rejima Beşşar Esed va hatiye dorpêçkirin û bajarokên Fua û Kefreya di kontrola muxalefetê da ne tehliyeyên dihatin kirin qediyan.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê ku li herêmê ye da ji Helebê herî dawîn konvoya ku ji 5 otobusên piranî muxalifên çekdar lê siwar bûn û 30 wesayîtî pêk dihat, derket.

Konvoya ji hezar kesî pêk tê li herêma Ramûseya di bin kontrola rejimê da ye derket rê û çû herêma Raşîdîna di bin kontrola muxalifan da ye.

Di roja dawîn da ji Helebê bi 10 otobus û 420 wesayîtên taybet va bi tevahî 3 hezar û 500 kes hatin tehliyekirin.

Ji 15 kanûnê ku tehliyekirinan dest pê kir heta niha ji herêmê 45 hezar sivîl û muxalif bi sedan otobus û bi hezaran wesayîtên taybet va hatin tehliyekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.