Polîtîka

8 sal û 9 meh cezayê hebsê dan Yuksekê Hevserokê Gişkî yê DBPê

Di doza ku Kamuran Yuksekê Hevserokê Gişkî yê DBPê tê da bi awayê serbest dihat darizandin da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" va 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê danê.

28.03.2017 - Rojanekırın : 29.03.2017
8 sal û 9 meh cezayê hebsê dan Yuksekê Hevserokê Gişkî yê DBPê

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Di doza ku Kamuran Yuksekê Hevserokê Gişkî yê DBPê tê da bi awayê serbest dihat darizandin da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" va 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê danê.

Yuksek beşdarî rûniştina ku li Dadgeha Cezayê Giran a 5an ya Diyarbekirê dihat dîtin nebû, parêzerên wî amade bûn.

Dozgerê Komarê di mitaeleya xwe da xwest ku ceza bidin Yuksek. Parêzerên bersûc jî gotin bira lêpirsîn bê berfirehkirin û ji bo parastinê dem bê dirêjkirin.

Dadgehê bi bîra parêzeran xistin ku berê dem dabûne wan lê belê dema wan xilas bû û daxwaza wan red kir.

Dadgehê diyar kir ku sûcê "endamtiya rêxistian terorê ya çekdar" a diavêjin histûyê Yuksek di cî da ye û bi vê hincetê va 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê danê û ji bo derdestkirina wî biryar derxist.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın