Polîtîka

Alîkarê Serokwezîr Akdagê biçe Bangladeşê

Wezareta Karên Derva ragihand ku Akdagê li Bangladeşê xebatên alîkariyê yên ji bo misilmanên arakanî di cih da kontrol bike.

26.09.2017 - Rojanekırın : 26.09.2017
Alîkarê Serokwezîr Akdagê biçe Bangladeşê

Ankara

ANKARA

 Hat ragihandin ku Alîkarê Serokwezîr Recep Akdag, ji bo ku xebatên alîkariyê yên ji bo misilmanên arakanî di cih da kontrol bike, wê biçe Bangladeşê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat destnîşankirin ku li bakurê eyaleta Arakanê ya Myanmarê mehek ji ser êrîşa şeva 25ê tebaxê ra derbas bû û herwiha di vê maweyê da hejmara penaberên misilman ên ku xwe spartin Bangladeşê derket 436 hezar kesî.

Di daxuyaniyê da bal hat kişand ku hê jî ew dane nehatine bidestxistin bê ka li Myanmarê çend kes ji cih û warê xwe bûn an jî hatin kuştin. Hat diyarkirin ku Tirkiye ji roja destpêkê vir va xebatên xwe yên ji bo bidawîkirina qeyrana mirovî didomîne.

Hat diyarkirin ku Heyva Sor a Tirk, AFAD û TÎKA xebatên xwe didomînin da ku çi li Myanmarê çi jî li Bangladeşê, alîkariyê bigehînin misilmanên arakanî. Herwisa hat gotin ku Alîkarê Serokwezîr Akdag wê sibe dusibe biçe Bangladeşê û di cih da xebatan kontrol bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.