Polîtîka

Barzanî li Munîhê dîplomasiyeke berfireh dimeşîne

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya 53emîn Konferansa Ewlehiyê li Munîha Almanyayê bi gelek serkirde û berpirsên dewletên cîhanê re civiya û dîplomasiyeke berfireh meşand.

Muhammet Kurşun  | 19.02.2017 - Rojanekırın : 19.02.2017
Barzanî li Munîhê dîplomasiyeke berfireh dimeşîne

Ankara

ANKARA

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya 53emîn Konferansa Ewlehiyê li Munîha Almanyayê bi gelek serkirde û berpirsên dewletên cîhanê re civiya û dîplomasiyeke berfireh meşand.

Li daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, dîdarên Barzanî yên heta niha û naveroka civînan hat ragihandin.

- Wezîrê Derve yê Ermenistanê Edward Nalbendyan

Di civînê de têkiliyên Herêma Kurdistanê û Ermenistanê, rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin. Operasyona rizgarkirina Mûsilê jî hat xeberdan.

Nalbendyan bi awayekî resmî Barzanî vexwend Ermenistanê û jê xwest ku serdana Êrîvanê bike.

Herwiha ragihand ku Ermenistan dixwaze konsolosxaneya xwe li Hewlêrê veke.

- Nûnerê Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davos

Barzanî, digel Nûnerê Forûma Aborî ya Cîhanî Davosê civiya û nûnerê korbendê sipasî Barzanî kir ku beşdarî korbenda Davos bûye. Herwiha behsa korbendeke taybet a peywest bi rewşa aboriya Rojhilata Navîn kir ku li paytextê Urdinê tê sazkirin û xwest Barzanî beşdarî vê forûma giring jî bibê.

- Wezîrê Bergiriyê Emrîkayê James Mattis

Barzanî digel Wezîrê Bergiriyê Emrîkayê James Mattis kombû û di civînê de Mattis, xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina Barzanî nîşan da û ragihand ku li gel doza Kurd da aşîna ye û Kurdistan û Emrîkayê bi hev re qurbanî dane.

Barzanî jî ji bilî pîrozkirina Mattis di karê wî yê nû de daxwaz kir ku peywendiyên Herêma Kurdistanê û Emrîkayê pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne.

Her di vê hevdîtinê de bi dûr û dirêjî şerê dijî terorîstên DEAŞê û operasyona azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û Wezîrê Berevaniya Emrîkayê palpiştiya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê tekîd kir û hêvî jî xwest bikare seredana Herêma Kurdistanê bike.

- Wezîrê Derve yê Îranê Mûhemmed Cewad Zerîf

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û serbazî ya herêmê, şerê terorê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê hatin nirxandin.

- Wezîra Dewletê li Herêma Bavariya ya Almanyayê Bita Merk

Di hevdîtinê de Merk behsa seredana xwe ya Herêma Kurdistanê kir û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmetê hebû ku mêvandariya koçber û lêqewmînên şerê terorê kirine û azayetiya hêza Pêşmerge jî di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û tekîd li wê yekê kir ku Almanya û Herêma Bavariya berdewam dibin li piştevanîkirina Pêşmerge û gelê Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Barzanî helwesta Merk û Herêma Bavariya bilind nirxand û spasiya gel û Hikûmeta Almanyayê kir ku ji aliyê serbazî û mirovî ve arîkariya Herêma Kurdistanê kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha digel Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî civiya.

- Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxweyî yê Kuweytê Şêx Xalid el-Cerah

Di vê dîdarê de Barzanî bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistan û Kuweytê û tekez li ser berfirehtirbûn û berdewamiya wan peywendiyan kir.

Di vê civînê de şerê DEAŞê û çawayiya berengarbûna terorê ji aliyê serbazî û fikrî û aborî ve hate nirxandin.

Cerah ragihand ku Hikûmeta Kuweytê xweşhal dibe ku li Kuweytê pêşwaziya Serok Barzanî bike.

- Senator John McCain

Barzanî li gel şandeke hevbeş ya Encumena Nûneran û Encumena Pîrên Emrîkayê ji herdu Partiyên Demokrat û Komarîxwaz bi Serokayetiya Senator John McCain civiya.

Li vê civîna berfireh şanda hevbeş a Encumena Nûner û Pîrên Emrîkayê tekez li ser peywendiya dostane ya di navbera gelê Kurdistan û gelê Emrîkayê kir û sipas û pêzanînên xwe ji bo azayetiya hêzên Pêşmerge li şerê dijî DEAŞê anîn ziman û serxweşî jî li Barzanî û kesûkarên wan pêşmergeyan kir ku di şerê terorîstên DEAŞê de şehîd bûne.

Li beşeke din a civînê pêşeroja Herêma Kurdistanê, mafê gel li diyarkirina çarenûsa xwe û peywendiyên Herêma Kurdistan û Emrîkayê hatin nirxandin.

Endamên Encumena Nûner û Pîrên Emrîkayê hinek pirsiyar der barê rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, Iraq û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pêşkêşî Barzanî kirin.

- Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Thomas Oppermann

Di vê dîdarê de behsa operasyona azadkirina Mûsilê, rola Pêşmerge li şerê terorê û herwiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanyayê hat kirin. Serokê Partiya Sosyal Demokrata Almanya destxweşî li Pêşmerge kir ku qehremanane terorîstên DEAŞê têk şikandine.

- Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres

Barzanî Sekreterê nû yê Neteweyên Yekbûyî wek dostekî kevn wesifand û pîrozbahiya destbikarbûna wî ya di erkê nû de kir.

Di vê hevdîtinê de der barê Iraq, Sûriyê û herwiha rewşa siyasî ya navçeyê û şerê dijî terorîstên DEAŞê de danustandina fikrî hat kirin.

- Cîgirê Serokê Emrîkayê Mike Pence

Barzanî pîrozbahî ji bo hilbijartina wî ya wek Cîgirê Serok pîroz kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Emrîkayê li warên cur bi cur hatin nirxandin û bi têr û tije behsa şerê terorîstên DEAŞ û operasyona azadkirina Mûsilê kirin.

Paşaroja Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijareke din a vê civînê bûn û herdu aliyan tekez li ser berdewamî û berfirehtirkirina peywendiyên di navbera xwe de kir.

- Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî

Di kombûnê de behsa rewşa bajarê Mûsilê û qonaxên operasyona azadkirina bajêr ji DEAŞê hat kirin.

- Serokê Grûpa Mihafazakarên nav Parlamena Ewropayê Manfred Weber

Serokê mezintirîn grûba parlamenî ya li Ewropayê pêzanînên xwe ji bo rola Pêşmerge ya di şikandina terorîstên DEAŞê de anî ziman û destxweşî li serkirde û fermandeyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku grûba wî piştgiriya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Her di vê hevdîtinê de behsa çawaniya arîkariya koçberan û rewşa mirovî ya koçber û mexdûran û herwiha rewşa aboriya Herêma Kurdistanê kirin.

- Wezîrê Derve yê Îtalyayê Angelino Alfano

Di hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Îtalya ragihand ku hatiye ji Barzanî re bibêje ku welatê wan berdewam dibe li piştgiriya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasi yên Îtalya jî alîgirên wê piştgiriyê ne. Ev jî xiste rû ku di pêşarojê de serdana Herêma Kurdistanê dike.

- Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen

Leyen ji bo serkeftinên Pêşmerge di şerê DEAŞê de pîrozbayî li Barzanî kir û herdu aliyan peywendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriya Almanyayê de û berfirehtirkirina wan nirxandin.

Rewşa bajarê Mûsilê, şerê terorê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanyayê de mijareke dinê ya vê hevdîtinê bû.

Di heyeta Barzanî de Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat Mihemed Hacî Mehmûd, Endamê Polîtburoya YNKê Şêx Cafer Şêx Mistefa, Endamê Polîtboruya PDKê Umer Osman, Serokê Dîwana Serokatiyê Fûad Huseyn, Berpirsê Têkiliyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî û Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman hene.

Di 53emîn Konferansa Ewlehiyê li Munîha Almanyayê de kesayetên wek Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk, Berpirsa Têkiliyên Derve û Bergiriyê ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokê Dewleta Polonyayê Andrzej Duda, Serokê Dewleta Ûkraynayê Petro Poroschenko, Serokê Dewleta Efxanistanê Mohammad Ashraf Ghani, Serokwezîra Norwecê Erna Solberg, Serokwezîrê Macaristanê Victor Orbán, Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî, Wezîrê Derve yê Komara Çînê Wang Yi, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil el-Cubeyr, Wezîrê Derve yê Îranê Mûhemmed Cewad Zerîf, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîre Derve yê Fransayê, Jean-Marc Ayrault, Wezîrê Derve yê Ingîlereyê Boris Johnson, Sererkanê Pakistanê Qamar Javed Bajwa, Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Avigdor Liberman, Serokê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer, Dîrektorê Çavdêriya Heqê Însanî (Human Rights Watch) Kenneth Roth, Serokê Microsoft/Bill & Melinda Gates Foundation Bill Gates, hunermend Philanthrop Bono jî beşdar in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın