Polîtîka

"Divê Amerîka ji bo pêşeroja herêmê dev jî xeletiyan berde"

Serokwezîr Yildirim: "Amerîka di NATOyê de mitefiqê me ye, lê kiryarên ku ew niha li Sûriyeyê dike mixabin dijî hiqûqa mitefiqîtiyê ye û tiştên xelet in. Divê Amerîka ji bo pêşeroja herêmê dev jî xeletiyan berde"

Fatih Gazioğlu  | 18.01.2018 - Rojanekırın : 18.01.2018
"Divê Amerîka ji bo pêşeroja herêmê dev jî xeletiyan berde"

Ankara

ANKARA

Serokwezîr Yildirim: "Amerîka di NATOyê de mitefiqê me ye, lê kiryarên ku ew niha li Sûriyeyê dike mixabin dijî hiqûqa mitefiqîtiyê ye û tiştên xelet in. Divê Amerîka ji bo pêşeroja herêmê dev jî xeletiyan berde, helwesta xwe li aliyê aştiyê deyne û hiqûqa xwe ya bi Tirkiyeyê re jî serast bike."

Serokwezîr Yildirim diyar kir ku ji rêveberiya Amerîkayê di nav sê rojan da daxuyaniyên ku hev derewîn derxistin hatin û wiha got: "Tabî ev nîşaneya tevliheviya serê wan e. Lê biryardariya Tirkiyeyê zelal û eşkere ye. Ne mimkun e ku em li ser sînorê xwe yê başûr destûrê bidin avakirina artêşeke terorî. Di vê mijarê da hemû tevdîrên ji bo ewlehiya can û malê welatiyên me û ewlehiya sînorên me ku li gor hiqûqa navneteweyî ne wê bê rehawet bên hildan."

Serokwezîr Yildirim: "Şev û roj yan jî zivistan û havîn ferq nake, em ê ne li gor parastinê li gor tearuzê bê navber têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi taybetî beriya bûyerên terorî çêbibin em ê girîngiyê bidin rêlibergirtina bûyer, talûke û gefan."  

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın