Polîtîka, Dinya

Komcivîna MHPyê ya li TBMMyê

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî: "Ataturk malê kesî nîne. Jixwe CHPya ku daye ser şopa HDP, PKK û FETOyê ne rûyê wê digire û ne jî mafê wê heye ku behsa Ataturk bike."

Önder Beyter  | 14.11.2017 - Rojanekırın : 15.11.2017
Komcivîna MHPyê ya li TBMMyê

TBMM

TBMM

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Ataturk malê kesî nîne. Jixwe CHPya ku daye ser şopa HDP, PKK û FETOyê ne rûyê wê digire û ne jî mafê wê heye ku behsa Ataturk bike."

Bahçelî di axaftina xwe ya li Komcivîna MHPyê ya li TBMMyê da diyar kir ku her rûdaneke li welatên cîran, rasterast Tirkiyeyê eleqedar dike.

Bahçelî bal kişand ku di nezera Tirkiyeyê da Sûriye û Iraq pir girîng in û nabe ku ev girîngî bê îhmal û înkarkirin û wiha dewam kir, "Her hedîseyeke li van herdu welatan û heta her rûdaneke li Îranê bandorên xwe li ser Tirkiyeyê jî hene."

Bahçelî da bibîrxistin ku duh êvarê li ser sînorê Îran-Iraqê erdhejeke ku lerza wê 7,3 ye qewimî û ragihand ku ew ji ber kavilbûna mezin û mirina însanan pir xemgîn in û herwiha Bahçelî bo miriyan ji Xwedê rehmet, bo birîndaran şifa xwest û serxweşî da Îran û Iraqê.

- "Mafê CHPyê tune ku behsa Ataturk bike"

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî der barê nîqaşên li ser Ataturk da jî wiha got, "Ataturk malê kesî nîne. Jixwe CHPya ku daye ser şopa HDP, PKK û FETOyê ne rûyê wê digire û ne jî mafê wê heye ku behsa Ataturk bike."

- "MHP wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne"

Bahçelî wiha xeberda, "Heke di pêşerojê da di qada siyasetê da hevgirtîbûn pêk bê û enîbûn teqez bibe, CHP heke HDPê û yên din hilde rû xwe û ji bo heyfhildan 16ê Nîsanê dest bi xebatan bike MHP li hemberî vê wê bê deng û bê bertek nemîne. Partiya me wek di 7ê Tebaxê da bi Rihê Yênîkapiyê, nêrîna Dengdayîna Gel a 16ê Nîsanê wê bi tevahî ji bo ku di sala 2019an da tesîskirina pergala Hikûmeta Serokomariyê bi cih bibe wê li cem AK Partiyê be û heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne."

Bahçelî herwisa di axaftina xwe da hin hişyarî dan Amerîkayê jî û wiha got, "DYA divê midaxeleya demildest û dîplomasiya têlefonê dayne aliyekî. DYA heger ji dil be û hevkarekî Tirkiyeyê be, wê demê pêşiyê divê xwe ji rêxistinên terorê bide alî û paşê jî divê serekê xaîn ê FETOyê bi awayekî destkelemçekirî bi balafira ewil va bişîne Tirkiyeyê."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın