Polîtîka

Li Dêrsimê meşa "lanet li terorê" ya CHPyê

Parlementerê Tunceliyê yê CHPê Erol: "Mebesta me ya sereke ji meşê, helbet bibîranîna mamoste Necmettîn e û herwiha di heman demê da jî şermezarkirina çalakiyên terorî ye"

Önder Beyter  | 20.07.2017 - Rojanekırın : 20.07.2017
Li Dêrsimê meşa "lanet li terorê" ya CHPyê

Tunceli

TUNCELÎ

Parlementerê Tunceliyê yê CHPê Gursel Erol ragihand ku ji bo bibîranîna mamoste Necmettîn Yilmaz ku li Tunceliyê bi destê rêxistina terorî PKKê hat qetlkirin, ewê sibê li bajêr meşa "lanet li terorê" li dar bixin.

Erol li navenda bajêr li otêlekê daxuyanî da rojnamegeran û da bibîrxistin ku mamosteyê dibistana seretayî Necmettîn Yilmaz ku li Rihayê peywir dikir û dema diçû memleketê xwe Gumuşhaneyê, bi destê mensûbên rêxistina terorî PKKê hat qetlkirin û cesedê wî jî avêtin ava Pulumurê.

Erol bal kişand ku piştî qetlkirina mamoste Yilmaz, ew dixwazin bêjin ku Tuncelî ne bajarê terorê, lê bajarê Komarê ye û wiha domand, "Ji bo ku bûyerên terorê dubare nebin, însan nemirin û însan azad bijîn, emê sibê di saet 18.00an da li Tunceliyê meşa bibîranîna mamoste Yilmaz li dar bixin û lanet li terorê bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın