Polîtîka

"Me biryar da ku eskerên xwe ji tetbîqata NATOyê bikişînin"

Serokomar Erdogan rexneyên tund li NATOyê girtin û got: "Do li Norwêcê tiştek qewimî. Li Norwêcê tabloyeke dijmin danîne. Tê de resmê Ataturk û yê min wek dijmin nîşan dane. Ev di hedefê de ne. Me derhal biryar da ku eskerên xwe vekişînin."

Ekip  | 17.11.2017 - Rojanekırın : 17.11.2017
"Me biryar da ku eskerên xwe ji tetbîqata NATOyê bikişînin"

Ankara

ANKARA

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan rexne li siyaseta Emrîkayê girt û der barê NATOyê de got: "Do li Norwêcê tiştek qewimî. Li Norwêcê tabloyeke dijmin danîne. Tê de resmê Ataturk û yê min wek dijmin nîşan dane. Ev di hedefê de ne. Me derhal biryar da ku eskerên xwe vekişînin."

Erdogan li navenda partiya xwe di Civîna Berfirehkirî ya Serokên Bajêran de axivî û li ser rojevê nirxandinên giring kirin.

Serokomar diyar kir ku tifaq û muttefiqî tiştek û tevgerên ku di exlaqê muttefiqiyê de cih nagirin tiştekî din e û wiha nirxandin kir:

"Yanî ji ber ku em di NATOyê de bi hev re ne emê xeletiyan nebêjin? Li qisûrê nenêrin emê bibêjin.  Do li Norwêcê tiştek qewimî. Li Norwêcê tabloyeke dijmin danîne. Tê de resmê Ataturk û yê min wek dijmin nîşan dane. Ev di hedefê de ne. Dema ev xeber hat Sererkan û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê li ser rêya Kanadayê bûn. Li me geriyan gotin rewşeke wisa heye, ev tetbîqat jî ya NATOyê ye, 40 eskerên me li wir hene. Me derhal biryar da ku eskerên xwe vekişînin. Me jî got tabîî hîç nesekinin, derhal. Eger wê tabloyê rakin jî bilez eskeran bikişînin. Tifaq û muttefiqiyeke wisa nabe. Lîstik cuda ye. Li cihên cuda jî ev hatin kirin û didomin."

Li ser peymana DEAŞ û PYDê Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan wiha axivî:

"Kê DEAŞ derxistibe yê PYD ava kir jî heman kes e. Kî PYD derdixe pêş, yê rêveberiya bakurê Iraqê ber bi îlankirina serxwebûnê va kar kir û xwest li Iraqê bêîstiqrariyê kûr bike heman kes e. Lê divê em ji bîr nekin ku heman hêz hê jî FETOyê di bin mertalên xwe yên parastinê da xwedî dikin û dixwazin mezin bikin."

Erdogan di axaftina xwe de rexne li Emrîkayê girt û got: "Niha li bakûrê Sûriyeyê 5 baregehên esmanî û 8 jî yên normal ên Emrîkayê hene. Niha yekê jî li Reqayê ava dike. Dike çend, dike 14 baregeh. Ev hemû rastî li holê ne û tê zanîn. Gelo hûn ji 12 hezar kîlometre dûriyê çima tên Sûriyeyê? Ma em nikarin vê pirs bikin?"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir ku têkoşîna li dijî terorê heta terorîstê dawîn teslîm bibe wê bi biryardarî dewam bike û wiha pê da çû: "Dilê me dê bi kesên berê çekan didin Tirkiye û miletê tirk û xwedî niyeteke wisa ne neşewite."

Li ser faîza welat jî wiha nirxandin kir:

"Me faîz daxist, enflasyon jî bû yekxane. Niha binêrin faîz dîsa bilind dibe û enflasyon jî ber bi aliyê ku bibe duxane ve diçe. Bankeya Navend dibêje 'Dûmahiya salê wê bibe ev.' Ê bo çi? Wê çend caran revîze kirin, tiştên ku hûn dibêjin çênebû û nayên cih jî. Rêya wê xelet e. Dibêjin 'Midaxelayê Bankeya Navendî nekin, xweseriya wan heye." Temam, lê ji ber ku em midaxele nakin wiha lê tê. Teblo eşkere ye."

Der heqê faîza zêde de wiha pê de çû:

"Li gorî qenaeta min faîz sedem û enflasyon jî encam e. Kesên di vê mijarê da ji min fehm nakin helbet wê fehm bikin. Enflasyon filan tişt û bêvan tişt e, ango ji xiyar û seleteyê yan jî filan tiştî dernakeve. Sedemê sereke yê enflasyonê faîz e. Hûn ê vê fehm bikin. Jixwe hemû geşedan vê piştrast dikin. Hemû rastî vê nîşan didin, lê hê jî kesên fehm nakin û naxwazin fehm bikin dixwazin bi hişmendiya kesên li Rojavayê çareser bikin."

Rexne li derdorên aboriyê jî girt û wiha dewam kir:

"Tiştekî fêm nakin, ya ku fêm nakin ev e; hûn ji bo lobiya faîzê dixebitin. Lobiya faîzê ma wê vê daxe? Helbet wê danexe. Li vî welatî niha kî û kîjan sazî herî zêde pereyan qezenc dikin? Kesên xwedî bankeyan in, qada fînansê ye, ew pereyan dixwin. Baş e, çima di veberhênan de pirsgirêkên me hene? Heke tu rabî bi faîzeke ew qas zêde krediyan bidî, helbet li vî welatî veberhênan nameşin û disekinin. Mesele ev e. Lê em hê jî nikarin vê bidin fêmkirin. Di vê mijarê de mixabin bankeyên dewletê jî hê tund û bi mihafezakarî tevdigerin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın