Tirkiye, Polîtîka, Aborî

"Şirnex dê bikeve dewsa Cizîrê Hekarî jî dewsa Yuksekovayê"

Serokomar Erdogan got: "Me got Cizîr dê bila bibe wîlayet. Yanî Şirnex dê bikeve dewsa Cizîrê, Hekariy jî wê bikeve dewsa Yuksekova. Çimkî bajarvanî karê min e. Çima? Ez ji şaredariyê hatim. Ka ku der wî bibe wîlayet, ku der nabe ez dizanim"

Fatih Gazioğlu  | 24.05.2017 - Rojanekırın : 25.05.2017
"Şirnex dê bikeve dewsa Cizîrê Hekarî jî dewsa Yuksekovayê"

Ankara

ANKARA (AA) - Serokomar  Recep Tayyîp Erdogan der barê wîlayetkirina Cizîr û Yuksekovayê de got: "Me got Cizîr dê bila bibe wîlayet. Yanî Şirnex dê bikeve dewsa Cizîrê, Hekariy jî wê bikeve dewsa Yuksekova. Çimkî bajarvanî karê min e. Çima? Ez ji şaredariyê hatim. Ka ku der wî bibe wîlayet, ku der nabe ez dizanim." 

Serokomar Erdogan li civîna Yekîtiya Borseyan û Odeyan Li Tirkiyeyê de axivî û li ser çend mijaran nirxandinên giring kirin.

 Li ser pîşesazî û îstixdamê Erdogan wiha axivî "Di 7ê sibatê da li civina TOBBê da ji bo îstixdamê me bang kir, pîşesazên me sax bin, bersiveke serkeftî û eşkere dan, reqem gihîşte milyonek û 170 hezarî. Diyar e ku milet û veberhênanên min çaxê bixwazin dikarin vê bikin. Ez bawer dikim ku di pêvajoya piştî vê da jî dikarin vê bikin." 

"Werin em wesayîta sedî sed malê me ye çêbikin"

Li ser çêkirina wesayîta xwemalî ya Tirkiyeyê jî Erdogan bangewazî kir û got:  "Ez dibêjim werin em wesayîta xwe ku sedî sed malê me ye, bi arîkariya TOBBê çêbikin." 

Serokomar Erdogan careke din aciziya xwe li ser faîzê anî ziman û wiha nirxandin kir "Ji her aliyan va giliyên li dijî faîza zêde hene an tunene, tên. Wek serokwezîr û serokomarekî min her tim av anî rojevê û hê jî di rojeva min da ye. Ew ê her tim di rojeva min da hebe. Ez her tim dibêjim û ezê bêjim jî, faîza zêde wek amûra mêtinê dibînim. Li vê derê ji bo karê li faîzê mêze nakin, ji bo mêtinê li faîzê mêze dikin, mantiqeke wiha heye."

Di rexnekirina peyman û faîzê de wiha dewam kir "Ew peymanên bi nivîsa morîstangan hene... Helbet muteşebîsê ku mehkûmê wê krediyê ye, ka çi dike. Tê îmzeya xwe davêje binî. Di naveroka wê da ka çi heye çi tune, haya wî jê heye, naxêr. Dema ku gazî wî dikin, mecbûr û mehkûm e, çi di dêst da heye tîne û dide. Helbet ev rêbaz, rêzbazeke adil nîne. Lêbelê çareserkirina vê yekê şert e. Bi îzna Xwedê emê vê jî çareser bikin." 

Herwiha der barê wîlayetbûna Cizîr û Yuksekovayê de jî qenaeta xwe wiha anî ziman:

 "Me got Cizîrê bila bibe wîlayet. Yanî Şirnexê bikeve dewsa Cizîrê, Hekariyê jî wê bikeve dewsa Yuksekova. Çimkî bajarvanî karê min e. Çima? Ez ji şaredariyê hatim. Ka kî der wî bibe wîlayet, kî der nabe ez dizanim." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın