Polîtîka

"Welatên Rojava naxwazin terora PKKê bibînin"

Berdekvê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Referandûm biryareke şaş e. Divê paşde were girtin. Divê Rêveberên Herêma Kurdistanê vê biryarê careke din di ber çavan re derbas bikin. Ne mumkin e ku referandum bigihê cihekî."

Ekip  | 20.07.2017 - Rojanekırın : 21.07.2017
"Welatên Rojava naxwazin terora PKKê bibînin"

Ankara

ANKARA

Berdekvê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, der barê helwesta welatên Ewropayê li ser PKKê de got: "Bi taybetî cîhana Rojava çavên xwe ji terora PKKê re digirin. Herî dawîn mamoste Necmettin Yilmaz hat şehîdkirin. Lê ew saziyên ku behsa mafên mirovan û azadiyan dikin li dijî PKKê wek her carê bêdeng in."

Kalin, li Kulliyeya Serokomariyê der barê rojevê de nirxandin kirin, cewaba pirsan da.

Berdevkê Serkımariyê diyar kir ku têkoşîna Tirkiyê li dijî rêxistinên terorî PKK, DEAŞ û FETO bi hemû leza xwe ve didome.

Der barê helwesta dewletên Rojavayê de jî Kalin wiha nirxandin kir:

"Bi taybetî cîhana Rojava çavên xwe ji terora PKKê re digirin. Herî dawîn mamoste Necmettin Yilmaz hat şehîdkirin. Lê ew saziyên ku behsa mafên mirovan û azadiyan dikin li dijî PKKê wek her carê bêdeng in. Ev bêdengiya wan cihê şerm û rûreşiyê ye. Wek bûyereke edlî dibînin û dixwazin ser meseleyê bigirin."

Berdekvê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der heqê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî got: "Divê Rêveberên Herêma Kurdistanê vê biryarê careke din di ber çavan re derbas bikin. Ne mumkin e ku referandum bigihê cihekî. Ji bo şaşîtiyên tamîra wan nemumkin e neyên kirin divê biryar careke din were raçavkirin.

Berdevkê Serokomariyê Tirkiye bi rizgarkirina Mûsilê kêfxweş bûye û Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo vê do li Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbabî geriyaye û pîrozbahî lê kiriye.

Der heqê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de got: "Referandûm biryareke şaş e. Divê paşde were girtin. Divê Rêveberên Herêma Kurdistanê vê biryarê careke din di ber çavan re derbas bikin. Ne mumkin e ku referandum bigihê cihekî. Ji bo şaşîtiyên tamîra wan nemumkin e neyên kirin divê biryar careke din were raçavkirin. Ez hêvîdar im ku careke din di ber çavan re derbas bikin."

Li ser operasyona Telaferê jî diyar kir ku divê hêzên neteweyî yên Iraqê bikevin bajêr û Heşda Şebî dûr bisekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın