Tirkiye

"Berpirsiyarê komê" yê PKKyê hat kuştin

Hat ragihandin di nav 14 endamên PKKya rêxistina terorê yên li Tunceliyê hatibûn kuştin da qaşo "berpirsiyarê komê" jî heye.

28.03.2017 - Rojanekırın : 28.03.2017
"Berpirsiyarê komê" yê PKKyê hat kuştin

Tunceli

TUNCELÎ

Hat ragihandin di nav 14 endamên PKKya rêxistina terorê yên li Tunceliyê hatibûn kuştin da qaşo "berpirsiyarê komê" jî heye.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan 26ê adarê li herêma Kutudereyê li dijî PKKyê derketibûn operasyonê û 14 endamên rêxistinê hatibûn kuştin.

Hat diyarkirin cinazeyên endamên rêxistinê ji bo tesbitkirina nasnameyan şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.

Piştî xebatên tesbitkirina nasnameyan derket holê di nav endamên rêxistinê da Yusuf Doganê bi nasnavê "Ferhad Dêrsim" heye.

Hat destnîşankirin Dogan qaşo "berpirsiyarê komê" ye.

Hat diyarkirin xebatên tesbitkirina nasnameyan û lêpirsîn dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın