Tirkiye

Ji bo terorîst zarokên wê jê nestînin newêre vegere welatê xwe

Şemsî Eliya ku demekê berê ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîbû û xwesipartibû Tirkiyeyê ditirse ku terorîstên PYD/PKKyî zarokên wê jê bistînin û ji ber vê newêre vegere welatê xwe.

17.01.2018 - Rojanekırın : 19.01.2018
Ji bo terorîst zarokên wê jê nestînin newêre vegere welatê xwe

Şanlıurfa

ŞANLIURFA 

Şemsî Eliya 74 salî ya ku demekê berê ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîbû û xwesipartibû Tirkiyeyê ditirse ku terorîstên PYD/PKKyî zarokên wê jê bistînin û ji ber vê newêre vegere welatê xwe.

Kêmzêde 30 hezar Kurdên ji Sûriyeyê yên ku piraniya wan jin û zarok in û ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê li Konbajarê Sirûcê yê ku Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) li Şanlirfayê ava kiribû jiyana xwe didomînin.

Kurdên ji Sûriyeyê dibêjin ji ber îmkanên ku dan wan ji Tirkiyeyê ra sipas dikin, li erdên wan pevçûn tune lêbelê ji ber zilm û tundiya PYD/PKKya rêxistina terorê nikarin vegerin malên xwe.

Şemsî Eliya 74 salî ya dayika 11 zarokan a ku li konbajêr jiyana xwe didomîne got ditirse ku terorîst zarokên wê jê bistînin ji ber vê jî newire vegere ser mal, erazî û gundê xwe yên li herêmê.

Mêrê jinika pîr a mexdûra PYD/PKKê demekê berê bi hesreta welatê xwe miriye û Elî nika di nav fikaran da ye ku ew jî piştî zilm û neheqiyê li xurbetê bimre.

Piraniya zarokên Şemsî Eliyê li bajarên cuda dijîn, ew, du qîzên wê yên xama û kurê wê yê piçûk ê ku jê ra dibêje "roniya çavan" li konbajêr jiyana xwe didomînin.

Eliya ji Sûriyeyê dema qala serpêhatiyên xwe yên bi êş û jan kir kelogirî bû û ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji ber pevçûnan 4 sal berê hatine Tirkiyeyê.

Eliyê got şert û mercên wan li Tirkiyeyê baş in lêbelê her tim di hişê wan da ye ku vegerin welatê xwe, zehf dixwazin vegerin cî û warên xwe lê ji ber tirsa PYD/PKKê nikarin vegerin welatê xwe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.