Tirkiye

Li Diyarbekirê 3 terorîst hatin kuştin

Li Hezroya navçeya Diyarbekirê di pevçûna navbera terorîstên PKKê û hêzên ewlehiyê da, Taniş Memîşê ku failê şehîdkirina Mehmet Kizilcayê cendermeyê serdeste jî tê de, 3 terorîst hatin kuştin

17.11.2017 - Rojanekırın : 17.11.2017
Li Diyarbekirê 3 terorîst hatin kuştin

Diyarbakir

DIYARBAKIR 

Li Hezroya navçeya Diyarbekirê di pevçûna navbera terorîstên PKKê û hêzên ewlehiyê da, Taniş Memîşê ku faîlê şehîdkirina Mehmet Kizilcayê cendermeyê serdeste jî tê de, 3 terorîst hatin bêtesîrkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, duh êvarê saet 18.30an li Kirmataşa gundê Hazroyê di navbera endamên rêxistina terorî û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket.

Di encama pevçûnan de 3yê çiriya paşîn li Silîvanê Taniş Memîşê ku failê şehîdkirina Mehmet Kizilcayê cendermeyê serdeste jî tê de, bi tevahî 3 terorîst hatin kuştin.

Di operasyonê de kesekî ku arîkariyê rêxistinê dikir jî hat girtin.

Di operasyonê de 2 keleş, 8 şarjor, 240 fîşek, demanceyek û bombeyeke bidest jî hatin bidestxistin.

Serdozgeriya Komarê ya Hezroyê der barê çekên ku hatin bidestxistin de lêpirsin da destpêkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın