Tirkiye

Li Mûşê operasyona terorê

Li Mûşê di operasyona dijî PKKa rêxistina terorê de di 12 sitargehan de teqemenî û gelek melzemeyên jiyana rojane hatin desteserkirin.

Sevim Hatun  | 26.09.2017 - Rojanekırın : 26.09.2017
Li Mûşê operasyona terorê

Muş

MUŞ

Li Mûşê di operasyona dijî PKKa rêxistina terorê de di 12 sitargehan de teqemenî û gelek melzemeyên jiyana rojane hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya walîtiyê, yekeyên girêdayî Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr, li dijî terorê "Operasyona Cendirmeyê Şehîd Serçawîş Serdal Uyanık 2017-94" da destpêkirin.

Di operasyona li herêma Şenyaylayê di 23yê îlonê de hat birêvebirin de 12 sitargehên ku mezinahiya wan ji hev du cuda bûn hatin tespîtkirin. Di daxuyaniyê de cî dan van agahiyan:

"Di sitargehan de 710 kîlo ar, 160 kîlo şekir, 117 kîlo savar, 100 kîlo meqarne, 80 kîlo birinc, 50 kîlo kartol, 50 kîlo pîvaz, 42 kîlo çay, 30 pakêt haveyn, 23 helaw, 18 kîlo rûnê nivîşk, 10 kîlo xwê, 10 kîlo nok, 10 kîlo catirî, 8 kîlo çîkolata, 6 kîlo salçe, 5 kîlo rûnê avkî, 2 kîlo nîsk, 2 kîlo zeytûn, 2 kîlo dims, tahîn, hezar heb nescafe, qehweya qutî, 2,5 titûn, 10 tupên mezin, 10 tupên biçûk, birek, 4 pûşî, cawê ji bo cil û bergên zivistanê (400 mêtre) 10 deste cilên berfê, lepik, gore, mont, 4 tilûmên xewê hatin girtin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek melzemeyên din jî hatin desteserkirin û operasyon ji bo ewlehî û aramiya gel wê berdewam bikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın