Li Nisêbînê 4 park ketin xizmetê
Li navçeya Nisêbînê 4 parkên ku Şaredariya Kocaliyê çêkirin bi merasimê hatin vekirin
Mardin
MARDÎN
Li navçeya Nisêbînê 4 parkên ku Şaredariya Kocaliyê çêkirin bi merasimê hatin vekirin.
Di merasimê de Şaredarê Kocaeliyê Îbrahîm Karaosmanoglu, Şaredarê Mêrdînê Mustafa Yaman beşdarî vekirina parkan bûn. Merasima li Parka Biratiyê Nisêbîn-Kocaeliyê de bi coşeke mezin birêve çû.
Yaman li vir axaftinek kir û got ji bo xizmeta Mêrdînê budçeyeke 600 milyon lire amade kirine û eger têr neke dê deyn bikin û xizmeta xelkê xwe bikin.
Herwiha got li bajêr 4 hezar û 700 kîlometre rê heye, piştî 1ê Hezîranê dê dest qîrkirina wan bikin.
Şaredarê Kocaeliyê Îbrahîm Karaosmanoglu jî destnîşan kir ku armanca wan a herî mezin ew e ku însan jiyaneke birûmet, kêfxweş û tendurist bijîn.