Tirkiye

Rojnameya Bîldê bi Ataturk "kampanyaya na"yê kir

Rojnameya Bîldê ya alman, di dengdayîna gel da ji bo ku bandorê li ser welatiyan çêke sernava "Ataturk hebûya wê bigota na" nivîsî.

28.03.2017 - Rojanekırın : 28.03.2017
Rojnameya Bîldê bi Ataturk "kampanyaya na"yê kir

Istanbul

BERLÎN

Roja ku li derveyî welêt ji bo pergala hikûmetê ya serokomariyê dengdayînê dest pê kir, rojnameya Bîldê ya alman jî ji bo ku li ser welatiyan bandorê çêke, nûçeyeke alîgir weşand.

Di sernava rojnameyê da "Ataturk hebûya wê bigota na" hat nivîsandin û rojnameyê hem Ataturk di dengdayîna gel da wek alav bi kar anî hem ji bo ku di dengdayîna gel da reya na were avêtin, nûçeyeke alîgir çêkir.

Di nûçeyê da der heqê dengdayîna gel da hin agahî hatin dayîn û wiha hat gotin: "BILD ji bo xwendevanên xwe yên alman û tirk agahiyan dide ku mijara referandumê çi ye, pêvajoya hilbijartinê çawa dimeşe û heke ku li jiyanê bûya Mustafa Kemal Ataturkê çima li dijî planên Erdogan rey biavêta."

Bîld ji bo nûçeyê bi hin tirkên ku di dengdayîna gel da reya "Na"yê diparêzin ra jî hevdîtin kir û ji Zanîngeha Essenê gotina Burak Çopur ya "Ataturk hebûya wê bigota na, lewra ew otorîter bû, lê totalîter nebû." ragihand.

Di nûçeyê da gotinên Parlementerê Partiya Keskan a Alman Ozcan Mutlu jî cih girt.

Beriya vê, rojnameya Blîckê ya Swîsreyê jî bi manşeta tirkî va bang li welatiyên tirk hatibû kirin ku reya "Na"yê were dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın